Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo tifaqa Êzîdiyan û mafê xwerêvebirina wan pêr bi sazî, partî, rêxistin, serok eşîr û rûspiyên Şengalrê re civînek çêkir.
Derbarê civînê de Serokê Desteya Rêveber a Şengalê, Faris Herbo axivî û got: “Piştî ku meclîs hat ava kirin, me dabû diyarkirin ku her kes dikare tevlî vê meclîsa tifaqê bibe. Îro gelek aliyên Ereb, Şîe û mezinên eşîran hatin û beşdarî vê meclîsê bûn. Di hemû komîteyên amade kirî de nûnerên Şîe, Êzîdî, Ereb û endamên partiyên siyasî yên Êzîdî hene. Ev tifaq gelek girîng e, ji ber ku piştî 4 salan cara yekem hemû pêkhateyên Şengalê li ser bingehê xalên hevbeş hatin gel hev û tifaq kirin.”
ŞENGAL/ROJNEWS