Bi Adara her salê re qewalên Şengalê radihêjin def û bilûra xwe, gund bi gund digerin, li cihên jê re koçk tê gotin rûdinên û li ser navê alimên Êzîdiyan Şesems, Şerfedîn, Fexredîn, Şêx Hesen dûayan dixwînin. Lê belê di her qewlê de navê Şêx Adî Bîn Mûsafîr tê bilêvkirin.

Qewalên ku berê her roj li ser rêyan bûn, êdî van serdanên xwe bi tenê di vê dema salê de dikin. Ev rêwîtiya qewalan a meha Adarê destpê dike, di meha Îlonê de bi dawî dibe. Li her gundekî Êzîdiyan maleke jê re koçk tê gotin, ku cihê qewal lê bicih bibin heye. Qewal li cihekî nêzî koçkê li ber def û bilûrê qewlan dixwînin û bi awayekî girseyî tên pêşwazîkirin. Piştî ku ketin koçkê, li goşeya serî rûdinên û li ber def û bilûrê dûayên xwe dewam dikin.
Piştî xwendina dûayan, her kes tên cem qewalan û ji bo peykerê Teyrê Tawiz ê li goşeya destpêkê yê odeyê maçî bikin, dikevin rêzê. Ev yek mîna tewafkirinê ye.
Li dû qewlan xwarin tê xwarin. Ji bo qewalan her roj her kes ji mala xwe xwarinekê amade dike, tîne cihê kombûna girseyî û li vir bi hev re xwarin tê xwarin.
Başe qewal kî ne gelo? Qewal di Êzîdiyatiyê de ne endamên ti çîna olî ye. Vana bi tenê weke xizmetkarên Şêx Adî tên qebûlkirin. Qewal ji bilî vê ger û rêwîtiyê, li diyarê pîroz ê Êzîdiyan li Laleşa Nûranî jî xizmetê didin.


HALÎT ERMÎŞ/DÎHA/ ŞENGAL