Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, şervanên Dewreya Perwerdeyê ya Ş. Yilmaz, derçûn. Gerîlayên HPG’ê yên 2 mehan di dewreyê de perwerde dîtin gotin, “PKK, rêxistineke ku li her derê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve timî bi pêşvediçe ye. Rewşa şer li pêşiya perwerdeyê ne asteng e, divê nebe asteng.”
Şervanê HPG’ê yê bi navê Erdal Soran ê ji dewreya perwerdeyê ya bi navê Ş. Yilmaz derçû got, “Li ser banga Rêberê me em hatin Şengalê. Li Şengalê her hevaleke/î me ruhekî fedaî nîşan dan.”
‘Em ê Şengalê azad bikin’
Ji şervanên HPG’ê Serdar Colemêrg ku li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê li ber xwe dide got, “Ji bo parastina civaka xwe ya Êzîdî û azadkirina Şengalê em hatine. Dema em hatin Şengalê, civaka me xwedî daneheviyeke xurt nebû. Rêxistina me li aliyekî li ber xwe da, li aliyê din jî ji bo zanekirina civakê û danefêmkirina pêwîstiya xweparastinê, xebitî û encam girt. Êdî gelê me xwe bi xwe bi rêxistin dike, xurt dike û haya xwe ji gelek tiştan heye. Di vê dewreya perwerdeyê de em bi taybetî li ser naskirin û fêmkirina civaka xwe ya Êzîdî sekinînin.”
Colemêrg anî ziman ku eger pêwîstî pê hebe ew ê canê xwe jî feda bikin û herî dawî got, “Bi perwerdeya xwe ya li vê dewreyê re, em dixwazin li qadên xwe yên pratîkê serketinên mezin bi dest bixin. Navê dewreya me Şehîd Yilmaz e û di şexsê Ş. Yilmaz û hemû hevalên xwe yên şehîd de, soza me beriya niha dabûn dubare dikin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin û Şengaleke azad, Kurdistaneke azad pêşkêşî gelê xwe bikin. Gelê me layîqî vê yekê ye”