Çeteyên DAIŞ’ê bi bombeyên hewanê yên kîmyayî doh berê sibê ji bo cara sisiyan êrîş bire ser navenda Şengalê. Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)’ê Bermal Kobanê got; “Cihên hewan lê ketî, gelek bêhn jê tê û ji ber îhtîmalên bi jehrî ketinê, em nahêlin kes nêzî wan mekanan bibe.”

Çeteyên DAIŞ’ê li hemberî taxa Heyşûhede ya navenda Şengalê di 26’ê Sibatê de erîşa bi hewanan pêk anî. Şervanên YBŞ û YJŞ’yê yên ku piştî êrîşa hewanan çûn cihê bûyerê, diyar kir ku li cihê hewan lê ketî bêhneke pir giran û nexweş tê. Ji şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)’ê Bermal Kobanê ku ji RojNews’ê re axivî, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji gundê Qappusî ku hîna di destê DAIŞ’ê de ye, li hemberî Taxa Heyşuhede ya li navenda Şengalê êrîşa bi hewanan pêk aniye.

 

‘Topên hawanê li malên sivîlan ketin’

Şervana YJŞ’ê Bermal Kobanê got; “Çeteyên DAIŞ’ê ji gundê Qappusî bi dehan hawan avêtin navenda Şengalê. Û hewanên ku hatin avêtin hemû jî kîmyayî bûn. Dema ku avêtina topên hawanan destpê kir, yekem cihê me kontrol kir, ev der bû. Ji ber ku beriya bi sê rojan malbatek hate vir û dest bi paqijkirina malê kir. Lê duh çûn kel û pelên malê bînin û hîna venegerane. Em kêfxweş bûn ku di kêliyeke wiha de li malê nebûn. Ji ber hawanên li malê ketine, hemû jî hawanên kîmyayî bûn. Her wiha hawan li gelek cihên din ên cuda yên navenda bajêr jî ketin.”

 

‘Cihên hewan lê ketine bêhnek giran û nexweş jê tê’

Bermal Kobanê di dewama axaftinên xwe de got, gel ji ber topên hawanê tirsaye û wiha dewam kir; “Ji ber topên hawanê em nikarin zêde li cihê lê ketine bimînin û nahêlin ku kes jî nêz bibe. Ji ber ku bêhneke zêde jê tê û îhtîmala bijehrîketinê heye. Lê li rexmê vê jî gel dibêje her çi dibe bila bibe em ê ji vir neçin. Em jî dibêjin heya dawiyê em ê gelê xwe biparêzin.”


Êrîşa sêyem a Sibatê

Êrîşa doh berê sibehê pêk hatî ya sêyem a bi heman rengî bû. Li gorî agahiyên bi dest ketî di êrîşê de pêşmergeyekî Êzîdî jî birîndar bûye, lê belê li gorî êrîşên 11´ê Sibatê û 25´ê Sibatê ev êrîş nisbî piçûktir tê hesêbê.


Çapemeniya Başûr jî bêdeng e

Wisa diyar e ku êrîşên bi topên hawan yen kîmyewî vediguherin êrîşên ji rêzê, lê belê nediyar e ka çima hem çapemeniya navneteweyî û ya herêma Başûrê Kurdistanê beramberî van êrîşan bê deng in.

Di êrîşa pêşî ya bi topên hawanê li dijî Şengalê ya 11´ê Sibatê de 175 kes û 110 kes jî di ya 25´ê Sibatê de bi tesîr bûbûn yan jî birîndar bûbûn.

Di êrîşa 25´ê Sibatê de gelek kes ji 15 malbatên nû vegeriya bûn Şengalê jî bi tesîr bûn. Tesîra van êrîşan ne bi tenê birîndar bûne, kesên topên hawanê yên kîmyewî tesîrê li wan dikin bi jehrî dikevin û ji ber nexweşiyên cur bi cur tên dermankirin.



NUDA BOTAN / RODA AMED / ROJNEWS / ŞENGAL