Li navçeya Til Ezêr a ser bi Şengalê ve pêr goreke din a komî hat dîtin. Li gorî agahiyên ji rêveberê navçeyê di gorê de hestiyên 5 heta 8 mirovan hene.
Rêveberê navçeya Til Ezêr, Şekir Melihimev li ser vê yekê axivî û got: “Beriya niha agahî ji me re hatibû ku 2 gorên komî li Tel Ezêr hene, îro di hewza avê a Melekê de hestiyên 5 heta 8 mirovan hatine dîtin. Li gorî lêkolînên destpêkê, ev kes hemû bi guleyê hatine qetilkirin.”
Şekir di dawiyê de got, li gorî agahiyên hatine standin goreke din jî li navçeya Til Ezêr heye, lêkolînên ji bo dîtina gorê dewam dikin.
ŞENGAL/ROJNEWS