Li Şengalê, vekirina gorên komî dest pê kir. Ev gorên komî bi cenazeyên qurbaniyên hovitiya çeteya DAIŞ´ê tije ne. Çeteya DAIŞ´ê 3’yê Tebaxa 2014’an êrişên qirrkirinê biribûn ser Êzîdiyên li Şengalê û bi hezar mirov qetilkiribûn, bi hezaran jin û zarok jî revandibûn.

Bernameya vekirina gorên komî ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê meşandin, doh li Gundê Koço yê ser bi Şengalê, fermî dest pê kir.

Di bernameyê de ji bilî rayedarên Hikûmeta Iraqê û NY’ê, oldarên civaka Êzîdî, malbatên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin û gelek welatiyên Êzîdî jî amade bûn.

Bernameyê bi rêûresmên ola Êzdayetiyê û xwendina sirûda Iraqê dest pê kir. Piştre ji bo bibîranîna şehîdan rêz hat girtin û li ser navê komîteya amadekar axaftin hat kirin.

Tenê li Koço 9 gorên komî

Di bernameyê de Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran a Iraqê, Nunerê Taybet yê Sekreterê NY´ê yê Iraqê, Parlamenterê ji Kotaya Êzîdiyan ê Perlamena Iraqê û rayedarê  Wezareta Tenduristiyê, rêveberên Saziya Şehîdan, Parêzgeha Musilê û malbatên şehîd û windahiyan axivîn.

Axaftvanan got, di encama têkoşîneke dijwar de herêm ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Paşê, Babe Şêx jî axivî û destûra vekirina gorên komî da. Rêûresmên ola Êzîdî hatin bicihanîn û gora komî ya yekemîn hat vekirin.

Hestiyên ku ji gorên komî tên derxistin, bi armanca testa DNA’yê û diyarkirina nasnameyan, ji saziya Tiba Edlî re tên şandin.

Wê xebatên vekirina gorên komî çiqas û heta kengî dom bikin hîna nehatiye diyarkirin. Tenê li Gundê Koço 9 gorên komî hene.

 

 ROJNEWS / ŞENGAL