Ciwanên Şengalê 2’mîn Konferansa xwe di 19’ê Tebaxa 2015’an li dar xist. Di konferansê de biryar hat dayîn ku ciwanên Êzîdî hêza xwe ya parastinê mezin bikin. Vegera ji bo Şengalê were zêdekirin û hewldan ji bo xurtkirina xwedîîradebûna ciwanan werin zêdekirin. Ciwanan herwiha di konferasnê de biryardariya xwe ya ji bo tekoşînê îfade kir. Ciwanan bang li hemû ciwanên Êzidî yên derveyî welat û seranserî cîhanê kir da ku ‘Werin û bi hev re Êzîdxanê biparêzin.’
Di konferansê de Êzidiyên kampa Newrozê, kampên Bakûrê Kurdistanê, nûnerên YCR yê rêxistina ciwanan li Rojava, Wezîrê ciwanan ê Kantona Cizîrê, Nûnerên ciwanên Êzidî yên Kantona Cizîrê, Nûnerên Meclîsa ciwanên HCE yên Ewrûpa û gelek mêvan, bi giştî 250 kes tevlî konferansa ciwanan bûn.

´Erka me parastina civakê ye´

Komeleyên Ciwan jî peyameke nivîskî ji konferansê re şand. Di konferansê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abudulah Ocalan ên derbarê Şengalê de jî hatin xwendin. Endamê Rêveberiya Ciwanên Şengalê Zerdeşt Êzdî axaftina destpêkê kir û bal kişand ser girîngiya xwedî îradebûna ciwanên Êzîdî û got, ciwanên Êzîdî wê li hemberî desthilatdariya pergala heyî têkoşin. Zerdeşt Êzdî wiha dewam kir: “Erka me ew e ku em civakê biparêzin, ciwanan zane û bi îrade bikin. Ciwan û jin hêza dînamîk a civakê ne. Wek ciwanan armanca me ew e ku em bikin ku gelê me yê Êzîdî ji her deverên cîhanê vegere ser cih û warên xwe. Em bikarin welat û gelê xwe biparêzin û azad bikin.”

Tevgera azadiyê piştgirî da

Zerdeşt Êzdî herwiha da zanîn ku her kesê ew bi trajediyan nas kir û got ku êdî bi rêxistinkirina YBŞ û YPJ-Şengalê re her kes wê me bi berxwedanê nas bike.
Di konferansê de Nûnerê Meclîsa Avaker ê Şengalê Xidir Salih, ji bêveberên TEVDA’yê Biro Îbrahîm, Fermandarê Şengalê yê HPGê Egîd Civyan, ji Fermandarên YJA Starê Nûjîn Amed, Endamê Konseya Leşkerî yê YBŞ’ê Dêrsim Şengal axivîn. Endama Dîwana Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta jî ji Qendîlê peyameke nivîskî ji konferansê re şand. Meclîsa Jinên Êzîdî jî ji konferansê re peyamek nivîskî da.
 
Vegera li axa xwe

Di konferansê de ciwanan lêhûrbûnên sosyolojîk li ser rewşa ciwanên Êzîdî kirin. Bi taybetî zehmetiyên Êzîdî li kampan bi wan re rû bi rû dimînin, hatin nirxandin. Ji bo bidawîbûna êşên ku civaka Êzidî pê re rû bi rû ye bang hat kirin ku her kes vegere ser axa xwe. Di konferansê de derbarê avakirina herêmên ewle li Şengalê de ji bo parastin û bicih kirina gel, nîqaş hatin kirin û biryar hatin girtin.
 
Meclîsa Ciwanên Êzîdî yên Şengalê hat hilbijartin
Di konferansa ciwanan de derbarê fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û pêvajoya piştî wê sînevîzyonek hat temaşekirin.

Di konferansê de biryareke din jî ew bû ku Meclîseke ji 27 kesan wek Meclîsa Ciwanên Êzîdî yên Şengalê hatin hilbijartin. Herwiha wê di hemû deverên Êzîdî lê dijîn, komîteyên ciwanan werin avakirin.

NÛJİYAN ERHAN
ROJNEWS / ŞENGAL