Li bajarokê Borik ê girêdayî Şengalê ji aliyê Meclîsa Gel a Borikê ve yekem nexweşxane ya bi navê Şehîd Qasim hate vekirin.
Qurdeleya vekirina Nexweşxana Şehîd Qesim ji aliyê endama Tevgara Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Tekûz Xidir û endamê Saziya Malbatên Şehîdan birayê Şehîd Qasim Borik, Îtlo Xwedêda ve hate vekirin.
Bi derfetên xwe ava kirin
Piştî ku nexweşxana hate vekirin, li ser navê Maclîsa Gel a Borik Fêsel Reşîd axivî û got:”Em vekirina nexweşxanê li hemû gelê Borik pîroz dikin. Pêwîstiya gelê me bi nexweşxaneyeke hebû. Gel ji gundên Borik, Zorava û Guhbel diçûn nexweşxaneya Xanesorê . Meclîsa me jî bi derfetên xwe ev nexweşxane vekir.”
ROJNEWS/ŞENGAL