Li gorî baweriya Êzîdiyan yekem çarşema Nîsanê ya salnameya Kurdî, roja avakirina erdê tê kabûl kirin û weke serê salê tê pîroz kirin. Divê rojê de xelkê Êzîdî hêka dikelînên û bi rengên cûda cûda boyax dikin. Jin diçin ser goristanan û kubê pîroz xêra didin. Berî roj derkeve jin diçin ser goran û bi derketina rojê re, ji bo  miriyan qevla dixwînin.
Li Şengalê pîrozbahiyên Çarşema Sor doh danê sibê bi serdana gorîstanan dest pê kir. Xelkê Şengalê bi girseyî çû serdana gorîstanan, li kubê pîroz.

Li Şengalê şahiya girseyî
Paşê jî bi wesîleya cejna Çarşama Sor, li çiyayê Şengalê Tevgera Demokratik Azadî Êzîdiyan (TEVDA) şahiyek pîrozbahiyê lidarxist. Di pîrozbahiyê de Serokê TEVDA Seîd Hesen axaftinek kir û da zanîn ku ew Cejna Êzîd ya çarşema Sor li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne û li gelê kurd û li hemû xelkê Êzîdî yên li cîhanê pîroz dikin û got:”Ez hêvîdarim ev roja pîroz bibe munesebata aşîtî û azadiyê.”

Serokê PÇDK Xerîb jî beşdar bû

Di pîrozbahiyê de hevserokê
Partiya Çareseriya Demokratîk a Kudistan (PÇDK) Diyar Xerîb jî axaftinek kir û girîngiya azadiya baweriyan û yekîtiya gelê kurd anî ziman û wiha got: “Gelê Kurd êdî yekîtiya xwe xurt dike û zêdetir girîngî dide baweriyê xwe. Azadiya baweriyan ji bo me pir girînge.”


Gelek hunermend tevlî bûn


Di pîrozbahiya li çiyayê Şengalê de hunermend Rojda, Hozan Xemdar, stranbêj Leyla û hunermen heremî derketin ser dike stranên xwe pêşkeş kirin. Gel jî li ber stranan govend gerand. Şahiya Çarşema Sor bi coş bi saetan dewam kir. 


 DÎHA/ŞENGAL 




Li Celle şeva Çarşema Sor


Ji bo cejna Çarşema Sor li bajarê Almanya Celle jî şevek hate lidarxistin. Girseyeke qelabalix li Mala Êzîdiyan a bajêr kom bû û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest danê rêz girtin. Serokê komeleyê Salîh Altin di axaftina xwe de diyar kir ku ew îsal cejna Çarşema Sor ji ber zextên li dijî gelê Kurd bi xemgînî pêşwazî dikin. Salîh weha axivî: “Ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û Strasbourgê em îsal şahiyên cejnê lidarnaxin.”
Di şevê de muzîk nehate pêşkêşkirin û tenê Dengbêj Emîn Hemdun li ser Çarşema Sor kilam gotin. 

DENÎZ AMED