Li hemberî vê, gerîlayên HPG’ê û şervanên YBŞ’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Bi dehan gerîlayên HPG û şervanên YBŞ’ê dema ku gelê Êzîdî diparastin, jiyana xwe ji dest dan. Lewma jî, ji bo gerîla û şervanan li gundê Qasim yê çiyayê Şengalê goristaneke  "şehîdan" tê çêkirin. Divê goristanê de ji her çar parçeyên Kurdistanê şehîd hatine veşartin.  


´Heta em hebin şehîd wê rê nîşanî me bidin´

Gelê Êzîdî yê li çiyayê Şengalê  bi dil û can tevlî avakirina "şehîdgehê" dibe. Tê payîn ku ev goristan di meha Gulanê de bi dawî bibe. Wê goristan bi daran were dorpêçkirin û li gorî baweriya Êzdiyan, qubeyek û nîşaneya baweriya Êzidiyan ku sembola ‘Rojê’ wê bê çêkirin.

 Li ser xebatên çêkirina goristanê Ilyas Xidir ji RojNews re axivî û got: “Ev goristan ya berxwedêrên Şengalê ye. Divê goristanê de bi tenê berxwedêrên Êzîdî cih nagrin, ji her çar parçeyên Kurdistanê şehîd tê de hene. Ev goristan wê bi daran were dorpêçkirin, em ê li aliyekî goristanê qubeyekê çêbikin û li aliyê din jî tabeleyeke ji sembola Êzîdiyan "Rojê" çêbikin. Yên li vir dixebitin xelkê vê deverê ye û tevlî hemû karê çêkirinê dibe. Şehîd nirxên gelê Kurd û Êzîdî ne, wê hertim weke nirxên me bimînin. Heta em wek gelê Êzîdî hebin, wê şehîd rê nîşanî me bidin.”


´Bi saya serê wan em azad dijîn´ 

Welatiyê din ê bin avê Reşo Ilyas jî ku tevlî karê avakirina goristanê dibe, ji RojNewsê re axivî û got: “Şehîdên li vê deverê, yên ku canê xwe ji bo me dayî ne. Bi saya serê van şehîdan em hem ji tinebûnê rizgar bûn, hem jî ev nêzîkî heft mehan e em li çiyayê Şengalê azad dijîn. Ev şehîd ne tenê şehîdên gelê Êzîdî ne, ew şehîdên hemû mirovahiyê ne.”

Welatiyê bi navê Xeyrî Xodêda jî got: “Em li vê deverê bê hesap dixebitin, em deyndarê van şehîdan in. Wan ji bo me rêbertî kir, em bi saya xwîna wan li vî çiyayî mane. Ji bo wê heta ku em bijîn, em ê di xizmeta wan de bin. Ev şehîd hem şehîdê hemû Kurdistanê ne, hem jî şehîdên warê pîroz yên Êzîdiyan in.”


SÎNAN DENÎZ/ROJNEWS / ŞENGAL