
Akademiya Şervanên Nû ya Derwêşê Evdî, 25 şervan mezûn kir. 25 şervan di Akademiya Şervanên Nû ya girêdayî Yekîneyên Berxwedana Şengal ji Dewreya Şehîd Genco 26’ê Tebaxê mezûn bûn. Gelek fermandarên YBŞ’ê tevlî merasîma mezûniyetê bûn. Fermandarê YBŞ’ê Dilşêr Herekol ê di merasîmê de axaftinek kir got, "Di gaveke wiha dîrokî de, di Akademiya Şervanên Nû ya Derwêşê Evdî, Dewreya Şehîd Genco de dîtîna perwerdeyê pir girîng e. Ji ber vê ez di serî de hevalên di dewreyê de perwerde dîtine pîroz dikim. Ji bo azadiya Şengala komkujiya 73. dijî perwerde zemîneke. YBŞ a di pêvajoyeke wiha de ava bû ji bo tolgirtina vê fermanê ye.” Herekol anî ziman ku heta Şengal azad nebe wê nesekinin û wiha got, “Berxwedana Şengal li ser vî esasî pêş ket, ji niha û şûn ve jî di asteke bilind de wê pêş bikeve." Paşê şervanan sond xwar.
ŞENGAL