Li Şengal û gundewarên wê kar û xebatên xizmetguzariyê dewam dikin. Piştî Şengal û gundewarên wê hatin rizgarkirin, li gundê Borik ji bo 6 taxan jenerator hatin bicihkirin û elektrîk hat belavkirin.

Ji 3’yê Tebaxa 2014’an de ti saziyên navneteweyî bi civaka Êzîdî re nebûne alîkar, gel bi rêxistinbûna xwe hewl dide pêdiviyên xwe bi cih bîne.

Der barê kar û xebatên xizmetguzariyê de endamê Meclîsa Gundê Borik, Heyder Reşo got, “Ev bû 15 roj ku elektrîk ji ser gundê Borikê hatiye qutkirin û gazincên gel jî pirr bûn, lê îro xizmetguzariya Şengalê hewl dide elektrîkê bîne gund.”        

Reşo di dewama axaftina xwe de got, niha li şeş taxan jeneratorên elektrîkê tên bicihkirin û elektrîk tê belavkirin.

Reşo di dawiya axaftina xwe de jî got: “Li gundê Borik xebatên xizmetguzariyê dewam dikin. Me weke Meclîsa Gundê Borik, Komîteya Xizmetguzariyê û Meclîsa Şengalê biryar daye ku elektrîkê bidin her gundî. Heta ji destên me bê, em ê hê bêhtir xizmeta gelê xwe bikin kar û xebatê ji bo vî gelî bikin.” 


 ŞENGAL