XELÎL ELÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Piştî ku Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, di çarçoveya jinûveavakirina herêmê de, xebatên perwerdeyê jî hatin rêxistinkirin. Di encama xebatan de li herêmên di kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê de, sala 2015’an perwerdeya bi zimanê dayîkê hat destpêkirin. Heta niha 5 dibistan hatine vekirin. Li van dibistanan ji refa yekem heta refa 4’an ders hemû bi zimanê dayîkê tên dayîn. Ji refa 4’an şûn de jî dersên Erebî û Ingilîzî li bernameya perwerdeyê tê zêdekirin. Li dibistanên ku dikevin sala 5’an, 70 mamoste perwerde didin zêdetirî 600 xwendekaran. Doh xwendevanan berê xwe dan dibistanên xwe û bi fermî dibistan hatin vekirin. Der barê mijarê de mamostayê Dibistana Şehîd Şengal Faris Aliyas axivî û got; “5 salin dibistanên zimanê dayîkê hatine vekirin. Hejmara dibistanan gihiştiye 13’an, ji wan dibistanan ya Şehîd Şengal a li navenda Şengalê 100 xwendevan hene. Di refên 4 û 5’an de zimanên Erebî û İngilizî jî fêr dibin.” Mamoste Faris bang li xelkê Êzidî kir da ku vegerin ser xaka xwe û zarok bi zimanê dayîkê xwendina xwe bikin.