Şeva din di şahiyek zewacê ya li bajarê Seqiz a ser bi Rojhlatê Kurdistanê de, ji ber belavbûna gazê, di nava holê de teqînek çêbû.

Li gorî agahiyan di teqînê de 11 kesan jiyana xwe ji dest daye, 5 jê zarok in, û 34 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan birîna hinek birîndaran giran e. Li gorî lêkolînan di sîstema gazê ya hola şahiyê de pirsgirêk hebû û ji ber vê yekê di nava holê de gaz belav bûye. Piştî gaz belav bûye teqînê rûdaye.

Hêjayî gotinê de di serê salê de jî bûyerek bi heman awayî çêbibû û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da bû. 

 

 SEQIZ