Li gorî rapora malpera Mîhir, îsal wê piştî bajarê Seqiz, li bajarê Dîwander jî xwendina Kurdî destpê dike bi şêweyekî fermî di dibistanan de. Metaryalên dersa Kurdî jî ji aliyê du mamosteyên wî bajarî hatiye amade kirin, helbestên mîna Ehmedê Xanê, Nalî, Şêrko Bêkes, Goran û Hêmin têde hene.
Dersa zimanê Kurdî wê ji bo sê polên navendî ligel zimanê Farisî were dayîn, pirtûka Zimanê Kurdî li Teharanê bê çapkirin.
Par Seqiz yekemîn bajarê Kurdistana Rojhilat bû ku, dersa zimanê Kurdî lê hatibû xwendin.
SEQIZ