‘Qumaş’ê di çavên xwediyê xwe yê nexwende de ne ti qumaş, lê  bi saya serê xwendevanên ku bi perwerdaya tirkî ferî xwendin û nivîsa bi Kurdî bûn -pahra TZP-Kurdî û saziyên ku qursa ziman dan/didin neyê jibîrkirin- û hêdî hêdî bûn  ‘xerîdar’ên zimanê xwe, digel ku di ser gilî û gazincên kalê wan re 310-15 sal bihurîn, digel hemû pêngav û hewldanên berketî, nekarîn bazara ku hê jî kesad e, bibe bazareke gurr û geş; firoşkar jê xweş, xêridar pê dilgeş..
Di vê babet-bazara ku herkes ‘ji qirêkê berjor’ jê bi gazind e û herkes –heta bigihe yê di guhê gê de- dizane ku wextê ‘bazara serbiser’iyê qediya, - bi taybetî piştî ku gundî bi darê zorê bûn bajarî, û niha jî destên wan ji bajaran nabe- û hemû bazar veguherîn: ‘hilberîne, daxîne bazarê, xêrîdar bibîne’; nivîskarê ku di ber re ber re -pêşî ew, paşê jî bi berhemên xwe- bû bajarî; bêwestan berê xwe da hilberîna helbestê, vê paşiyê çîrokê, û niha jî romanê.
Digel vê berêxwedanê, bi qasî ku di çil rojî de ‘lemê xeyaran kulîlkan nevede’ û ‘kundir nebe hillûndir’ jî, nivîskarê hilberîna wî bi qasî zaroka wî li ber dilê wî şîrîn, ji ber şîrîn-şekiriya zimanê ku pê dinivîse an ji ber ku navê nîvîskariyê bi dû xwe bixe, dixwaze rojekê berî roja dinê berhema xwe bike ‘berhemmal’eke di bajara keset de çaverêyê muşteriyan?
Bazar, bazara ‘xirr xerîdar’ bişibe ‘semtpazari’yên wî bajarî jî, destê her ‘xerîdar’î li pişt li ser hev  li qumêş dinere; lê ne xwe bi ser de natewîne, ne jî xwe di ber de diêşîne!
Digel vî ‘suretê ereb’, li derê bazarê suretekî ji suretên Guernica* kambaxtir bi destê wênesazê navdar Recebîko tê wênandin li ser sînga çiyayên welatekî ji mêj ve İspanya!
Axxxx Janya**! Wekî duh îro jî ‘berxikê te yên berdûş zû ji dergûşê dûr ketin!
Lê tu nizanî, ne tu nizanî çiqasî kêfweş im ku çav li bejna te dikevim di vê bazarê de!
Di bazarê de Janya, - bazara niha jî herî geş a mirinê ye dîsa - dengê ku nayê bihîstin nê yê te, ne yê nivîskar; dengê dengvedêr e. Wekî her firoşkarî wî jî di bazarê de qîr bikira, bigota, ‘werinê…. qumaşê ‘Ramûsan min veşartin li geliyekî’*** qediya… lê helbesta ‘hê şer e li vî milî’ niha jî têxwendin’…belkî, belkî xêrîdar bêhtir bihatina dîtîn û kirîna qetequmaşê ji vî zimanî dabirî!
Hindik maye, hindek maye ku li vî bajarî her sax bi saxî bi ser zimanê de bigirî.
Di bazarê de çavên min bi paşekî ku ji hêla saziyekê ve hatiye hilawistin dikeve: Jiyan bi Kurdî xweş e!
Me jiyanek bi gorî Kurdî kir,Janya!
Yekî ku qetek qumaşê ‘berbejnekê’ di dest de, di nava izomata jiyana rojane de li keviyeke bazarê, bi ser guhê yara xwe ya di çengê xwe de ditewe, bi heminî dibêje:
‘’Min bi vî zimanî ji te hez kir, bi vî zimanî min dil da te!
Û ma ne, min bi vî zimanî evîna xwe kir daxuyaniya herdu çavên te?

*Guernica, tabloya Pablo Pîcasso
**Janya,Berhema Rênas Jiyan
***Berhema min a pêşî a ku
Avesta çap kiribû