Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryabê derket. Di berga hejmara nû de wêneyê Ciwan Haco heye.

Di hejmara nû de bi Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir û lêkolîner Zeyneb Yaşê re hevpeyvîn hatine kirin. Posetrekeî mezin ê Ciwan Haco jî bi hejmara 2´yê ya Ziryab re heye.

Gunay Koçhan Flower, Besime Şen û Selahattin Demirtaş li ser mijarên siyaset û muzîkê bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cihê xwe digrin.

Di kovarê de ji bilî hevpeyvînan gotar, danasîn, portre, nûçeyên muzîkê, albûmên bijarte û playlîst hene.

Sernivîsên hevpeyvîn û nivîsên sereke di vê hejmarê de weke li jêr in:

”Xwezî ez li welatê bav û kalan bûma û ev stranên min tunebûna” / Ciwan Haco

”Noteya Şoreşê” / Selahattîn Demîrtaş

”Huner erkek e li ser milê me” / Abbas Ahmed

”Min xwest piçek be jî mîrasa gelê xwe ji talanê xilas bikim” / Zeyneb Yaş

”Eke çew çin o ke şima pîya rayîrêk de şêrê na yena a mena ke rayirêkê şima çin o” / Erdogan Emîr

Îlona 2018´an kovarê dest bi weşana xwe kir. Yekem kovara muzîkê ya bi Kurmancî û Kirmankî ye. Kovar çar mehan carekê hejmarekê derdixe. Desteya weşanê ya Ziryabê ji Gokçe Selîm, Serhat Temel, Harûn Elkî, Ozan Irmak û Yûnis Das pêk tê û edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz dike.

 

NAVENDA NÛÇEYAN