Johnsson da zanîn ku ev rapor di encama xebateke baldar a 2 salan de hatiye amadekirin û diyar kir ku ewana herî zêde li lêkolînên li ser welatên Tirkiye, Rûsya û Macarîstanê ku herî zêde azadiya çapemenî û ramanê tê binpêkirin, kirine. Her wiha diyar kir ku ji ber ku ev rapor ji ji siyan du dengan nehatiye qebûlkirin, lewma hêza wê ya pêkanînan tune ye, lê ev yek dê ji bo Yekitiya Ewropa û welatan weke referansa azadiya çapemeniyê bê bikaranîn. Johnsson diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser çapemenî û rewşenbîran tenê bi qanûnan bi sînor nemaye, diyar kir ku sînorek ê nivîsandin û gotinan a çapemeniyê heye, ger ev yek neyê pêkanîn, azadiya çapemeniyê, jiyana wan û an jî karê wan dikeve xeteriyê. Her wiha, bi bîr xist ku beriya demekê li Tirkiyeyê 107 rojnamevan ji ber sedemên polîtîk hatibûn girtin û piştî 3’yemîn pakêta darazê ev hêjmar hinek kêm bû û diyar kir ku dibe ev hejmar zêdeti bibe.

Johansson got: “Gava rapor di meclîsê de ketibû dengdanê parlementerên AKP’yî ji min re digotin ‘te reforên ku em ê bikin mehf kir’. Evane hincetên gelek ji rêzê ne. Naxwazin rexneyên li derve qebûl bikin û li Tirkieyeya ku nijadperestî lê xurt e, dibêjin ku tu biyanî nikarin li Tirkiyeyê ji me re bêjin ka em ê çêbikin.”

STOCKHOLM