Emerîkayê û dewleta Tirk diyar kirin ku li hev kirine. Lê diyar nîne, ka di meseleya astengkirina dagirkeriya dewleta Tirk a Rojava de li ser çi li hev kirine. Wekî din hîna nayê zanîn ka rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê çawa bersivê bidin vê lihevkirinê.

Ev çendeke ji ber gefên dewleta Tirk li Rojava dixwe, rojeva Kurdan bû dijberiya dagirkeriya dewleta Tirk. Li aliyekî rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî gefan amadekariya xwe kir, li aliyê din jî her rêya dîplomatîk û diyalogê ceriband. Jixwe, endamê Desteya Rêveber a TEVDEM´ê Aldar Xelîl berê dabû zanîn ku wan ji bo navbeynkariya dîplomatîk ji DYE doza hevdîtinan kiriye. Rayedarên rojava dan zanîn ku rayedarên Emerîkî hem bi Tirkiyeyê û hem jî bi wan re rûdinin. Pêr êvarê aliyan da zanîn ku wan li ser hevkariya li ser “herêma ewle” li hev kiriye. Ji ber ku hûrgiliyên vê lihevkirinê nayên zanîn, û bi tenê behsa bicihanîna “tedbîrên destpêkê” tê kirin, rayedarên Rojava hîna xwe nedane ber daxuyaniyeke li ser mijarê. Heman rojê Rêber Abdullah Ocalan jî karî parêzerên xwe bibîne û ev jî dike ku aliyê Kurd xwe bi hêviya encamên vê hevdîtinê jî bigire.

Em ê bi nûçeya di rojnameya Washington Postê de berê xwe bidin mijarê. Washington Postê ya ku mohra rojnamevan Kareem Fahim û Karen DeYoung bi sernivîsa “U.S. and Turkey agree to cooperate in establishing ‘safe zone’ in northern Syria (DYE û Tikiye li hev dikin ku ji bo avakirina ‘herêma ewle’ hevkariyê bikin)” dibêje, di encama hevdîtinên heyeta eskerî ya Emerîkî û rayedarên dewleta Tirk de aliyan li hev kiriye ku hevkariyê bikin.

Ka wê çi bê kirin nayê zanîn

Şiroveya rojnameyê ew e ku bi vê lihevkirinê êrişeke dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya li dijî “şervanên Kurd ên li Sûrî” hatiye astengkirin. Lê rojname wekî din gumanên xwe jî venaşêre û dibêje, “Di daxuyaniyên herdu hikûmetan de ku zimanekî nêzî hev bi kar anîne, pirr kêm detayên li ser hatiye lihevkirin dihewînin. Ya herî heyatî jî di daxuyaniyên Sefareta DYE li Enqerê û Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de nehatiye gotin, ka mijarên herî zehmet û bipirsgirêk  - mezinahî û tevlîheviya herêma ewle - hatine çareserkirin yan na.”

Jixwe, diyar e ku ji ber vê yekê jî heta niha ji bilî herdu daxuyaniyan, ji aliyê din ti daxuyaniyeke diyar û teqez nîne. Danezana lihevkirinê û destûrdana hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan jî çiqasî ji hev qut yan jî bi hev re elaqedar in, mirov tenê dikare spekulasyonan li ser bike. Rêveberiya Rojava hîna bi îhtiyat û dîqet tevdigere û heta ku bi hûrgiliyên vê lihevkirinê nizanibe, diyar e wê helwêsta xwe jî diyar neke û ti daxuyaniyê nede.    

DYE ditirsiya Tirkiye pêncşemê êriş bikira

Em li rojnameyê vegerin, ew îdîa dike ku rêveberiya Trump van çend hefteyên bihurî xwe gelekî êşandiye ku da ku beriya “Êrişa Tirk li dijî hêzên DYE pişta wan digire di şerê li dijî DAIŞ´ê de li Sûrî” karibe encamekê bi dest bixe. Ev encam jî pêşîgirtina li dagirkeriya dewleta Tirk li Rojava ye li gorî rojnameyê.

Rojnameyê got, sedema vê serêşandinê ew bû ku rayedarên DYE´yê bawer dikir ku dagirkeriya dewleta Tirk dikarî pêncşemê (doh) dest pê bike. Lê rojname jî weke gelek kesan meraq dike ka maneya gotinên “aliyan li hevkiriye li ser bi lez bicihanîna tedbîrên destpêkê ji bo bersivê bide fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê” û “Navendeke operasyonê ya hevpar a li Tirkiyeyê wê avakirina herêma ewle kordîne û birêve bibe” di pratîkê de çi ye.

Rayedarên Emerîkiyan gotiye, “lihevkirineke cidî” heye lê “hîna pirsgirêkên bêne çareserkirin hene”. Ew tedbîrên destpêkê jî li gorî heman rayedarî dikarin bên bicihanîn di wê dema çareserkirina pirsgirêkên mayî de.

EDÎTOR