Li ser dikê jin êdî jin in
Demeke dirêj dik li jinan heram bûn, hîna di destpêka hunerê şanoyê de jî rewş bi vî rengî bû û mêr bi rola jinan radibûn. Şanoyê ew dem li pey xwe hiştin û li Kurdistanê jî êdî jin rola xwe ya ser dikê bi dest tîne.
SEMÎRA ŞEHABÎ
ROJNEWS/SILÊMANÎ
Elaqeya siyaset, civak û hunerê bi hev ve xurt e. Civak bê huner nabe û civaka ku siyaset tesîrê lê neke, yan jî ew bi xwe bi rengekî ji rengan siyasetê neke, nîne. Şano yek ji hunerên misêwa yên herî kevin e. Koka wê heta bi rîtuelên civakên destpêkê yên mirovan diçe. Di destpêkê de li gorî rituelan her kes bi rola xwe rabûbe jî, di hunera şanoyê de bi rengê em pê dizanin, heta ku di sedsala 17´an de Melikê Fransayê Charles II destûr neda, mêran rolên jinan dikir. Li gelek deveran vê yekê heta bi sedsala bîstan jî dewam kir. Ji ber ku li Kurdistanê dîroka şanoyê weke dîroka hunerê berxwedanê dikare were nirxandin, dewr û rola jinan jî guhertî bû. Bi her halî, şano weke huner dereng di nava civakê de karîbû belav bibe. Li Bakurê Kurdistanê dewra NÇM´ya salên 90´î di vê yekê de diyarker bû.
Piştî salên 80´yî jin darîçav bû
Li Başûrê Kurdistanê piştî salên 1980’yî rengê jinê li dika şanoyê darîçav bû. Berê mêran cil û bergên jina li xwe dikirin û rola jinan dikirin. Piştre jinan bi xwe rola xwe kir û cihê xwe di nava şanogeriyê de girt. Her ku çû, jin di aliyê şanogeriyê de bi pêş ketin.
Jina bi navê Şenaz Mihemed ku ev çend sal in bi karê şanogeriyê radibe, li ser hebûna jinê di şanogeriya Kurdî de axivî. Şenaz Mihemed dibêje, ew pirr kêfxweş e ku êşên civaka xwe bi bedena hunerê dihûne û wiha dipeyive: “Şanogerî nûbûnek e û ciwantiyeke di nava gelek tiştan û sêhr e; lê ne xirab e, ew weke filmeke bi sêhr e.”
Şanogereke din a jin Kijan Hema Ceza jî derbarê şanogertiyê de wiha diaxive: “Ez dixwazim bi keda xwe peyamekê bidim civakê. Ew jinên ku ew û mêrê xwe dev ji hev berdidin, yan ji zilamê wan wefat dikin, ew jî kesên di nava civakê de ne, nabe jiyana wan bi peyvekê bêwijdani were diyarkirin.”
Rastiya civakê ye
Li Rojhilatê Kurdistanê şano pirr bipêşketî ye û hebûna jinê di şanoya li wir de ji Başûrê Kurdistanê zêdetir e. Sarya Emînî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Seqizê ye. Sarya Emînî jî derbarê şanogerên jin ên Kurd li Rojhiltê Kurdistanê de wiha dipeyive: “Li Rojhilatê Kurdistanê jin bi coş û xuruş karê hunerê şanogeriyê dikin. Bi şêwazê cuda elaqeya gel dikişînin ser xwe û şanoyên wan herî zêde jî derbarê rastiya civakê de ne.”