Komên çeteyên El-Nusra yên girêdayî El-Qayde, ev 3 sal in, ambargoyeke giran danîne ser Kantona Efrînê. Di heman demê dewleta Tirk jî ev ambargo bi girtina deriyê xwe yên sînor xurtir kiriye.

Çeteyên ku ambargoyeke giran danîne ser gundewarên bakurê Helebê, nahêlin ku  derman û pêdiviyên jiyanî derbasî kantonê bibin. Her dem bi riya nivîsên ku li ser bendên xwe yên kontrolê nivîsandine, welatiyên kantonê bi kuştinê tehdît dikin.

Li ser benda kontrolê ya Aşê El-Feysel ku di 4’ê Sibatê de ji a liyê şervanên YPG/YPJ’ê û Ceyş El-Siwar ve hatiye rizgarkirin, nivîseke balkêş hat dîtin. Ew nivîs jî wiha ye, ‘Her kesê ku pêdiviyên  jiyanî, derbasî Efrînê bike, wê bê kuştin.’Li ser wê bendê bi sedan welatî hatine revandin û êşkence li wan hat kirin.

Tevî ambargoya dijwar a çeteyan û a dewleta Tirk a li ser herêmê niha bi Efrîn bi hezaran koçberên         herêma şehbayê hembêz dike. Heta niha kantonê tiştê ku ji destê wê tê, pêk aniye. Lê eger ku rêxistinên navnetewî destwerdanî rewşê nekin, metirsiyek mezin heye.

Di vê çarçoveyê de rêveberiya xweser a Efrînê  di 2’ê Sibatê de, 4 name ji ‘Yekîtiya Ewrupa, NY, Emerîka û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Seffan De Mistura’ re, şandin û banga alîkariya ji bo koçberan û vekirina ambargoyê kirin.

Serokê Desteya Hindirîn a Efrînê, Hisên Beyrem, beriya demekê diyar kiribû ku divê ku navên Herêma Efrînê û Taxa Şêxmeqsûd jî bikevin, nava lîsteya herêmên dorpêçkirî.


TÎRAST CÛDÎ/ANHA/EFRÎN