Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanî rêzeçalakiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Jinên herêma Tebqayê û bajarê Serêkaniyê 8´ê Adarê bi çalakiyan pîroz kirin.
Li herêma Tebqayê bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan û bi beşdariya bi sedan jinên herêma Tebqayê, endamên saziyên sivîl, QSD û YPJ`ê berê xwe da goristana şehîdan û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
Li goristana şehîdan endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan, Emîna Ebdulrezaq got, “Li vê devera pîroz û li kêleka zarokên xwe yên şehîd, em mûmên dilsozî û biratiyê li ser gorên wan pêdixin.”
Diyarî li Hêzên Ewlekariyê belavkirin
Bi heman armance, Komîteya Wêjeyê ya li Rojava, diyarî li Hêzên Ewlekariya Hundir ên jin ku li ser bendên kontrolê bûn û şervanên YPJ`ê û birîndarên şer belav kirin.
Komîte herwiha wê diyariyan li endamên li ser bendên kontrolê yên Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Rimêlan û Dêrikê belav bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN