Piştî ku muxalefeta çekdar giraniya xwe da ser bajarê Helebê artêşa dewletê jî êrîş dijwar bi top, tank û carnan Helîkopterên şer j îli ser bajarê Helebê berdewam dikin û her ku diçe zêde dibin.
Piştî Humus û Şamê şer û pevçûnên herî dijwar li bajarê Helebê diqewimin. Ji aliyekî din li gorî hin çavkaniyan artêşa Sûriyeyê hemû taxên Şamê ên ku ketin destê muxalefeta çekdar rizgar kirine û dîsa xistine bin kontrola xwe. Niha j îli Helebê artêşa fermî ya dewletê dixwaze bi topebaran û êrîşên dijwar çekdarên muxalefetê mecbûr bike ku dest ji deverên xistine bin kontrola xwe berdin.
Di nava van şerên dijwar de herîz êde sivîl tên kuştin û ziyana herîm ezin li wan dibe.  Gelê Sûriyeyê yê ku ji ber derdora 2 salan di nava şerên dijwar de dijî û bi ser de ambargoyên kul i ser Sûriyeyê hatine kirin gel bêzar û perîşan dike. Buhaye sotemenî û xurekan ji sedî 300 zêde bûye. Ji xwe berê jî rewşa gelê Sûriyeyê bi giştî di nava xizaniyê debû ku ev şer û pevçûn jî dest pê kirin êdî rewş gelekî xirabtir bû.
Li gorî çavkaniyên dewletê bandora çekdarên muxalefeta çekdar li tu deverên Şamê nemaye û niha ew amadekariya operasoyên berfireh li Helebê dikin. Li gorî çavkaniyên dewleta Sûriyeyê ev toperana bi tank û helîkopteran tenê pêşîvekirina li operasyona mezine û ew dê bajarê Helebê jî ji destê çekdaran derxînin. Daxuyaniya berpirsiyarên artêşa Sûriyeyê wiha berdewam dike, bê guman niha hûnê ji muxalefeta çekdar daxuyaniyekê wiha bibhîzin û wê bêjin em bi rengekî tetkîkî ji Şamê vekişiyane.
Ji aliyekî din ve sekreterê giştî yên Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon daxwaz ji weletên cîhanê dike ku nakokiyên di navbera xwe de derbas bikin, ji bo çareserkiriya aloziya Sûriyê çareseriyekê bi pêş de bidin.

Îranî hatin revandin 
Li gorî ajansa Rueterê, ajansa nûçeyên Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku, 48 kesên Îranî ku ji serdana mezara Şîeyan vedigeriyan,  li bajarê Şamê hatin revandin.
Berpirsekî ku ne xwestiye navê xwe li balyozxaneya Îran li ya Şamê eşkere bike, diyar kir ku, grûpek çekdar 48 welatiyên Îranê li ser rêya firokxaneya Şamê revandine. Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, balyozxane cihê kesên hatine revandin dizanin, lewra ew hewl dide ku wan kesan  azad bike.
Ji aliyekî din ve televizyonek hikûmeta Sûriye ragihand ku, girûpek terorîst ew 48 kesên îranî  revandine. Komeke geştevanên îranî dema ku ji ser merqeda Sedye Zeyneb vedigeriyan Şamê ji alî kesên ne diyar ve hatine revandin û heta niha tu agahî derbarê wan de tune ye.

Aboriya têkçûyî 
Jı aliyekî din ve hikûmeta Sûriyeyê ku di nava şert û mercên giran ên aborî dijî hewara xwe avête Rûsyayê da ku alîkarî bidê. Cîgirê Serokwezîrê Sûriyê Qedrî Cemîl piştî hevdîtinên xwe yên li Rûsyayê diyar kir ku Serokdewlet Beşar Esed ji Rûsyayê alîkariya aborî û ya petrol xwestiye. Herwiha ji aliyê din ve mûxalefetê diyar kir ku ew niha di nava amadekariyên dema piştî Esed de ne.

HELEB