Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîla yên li Başûr û Bakurê Kurdistanê eşkere kir. HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên 15’ê Gulanê got, “Saet 16:10’an li dijî eskerên TC ên dagirker ên li ser griê Lêlikan ê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê, hêzên me çalakiyek kir. Di vê çalakiya gerîlayên me yên YJA Starê de eskerekî dijmin hate kuştin. Saet 18:30’î, hêzên me li eskerên TC ên dagirker ên li geliyê Elî Dirêj ê li herêma Bradostê xistin. Hejmara eskerên dijmin ên hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Saet 20:00 li dijî eskerên TC ên dagirker ên li ser girê Bayrakê yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê, gerîlayên me yên YJA Starê çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de eskerekî dijmin hate kuştin.” HPG´ê wekî din da zanîn ku “di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de” gerîlayan 15’ê Gulanê saet 13:00´an li ser girê Şehîd Sîdar ê li herêma Meskanê ya Colemêrgê, bi çalakiyekê eskerekî Tirk ê artêşa dagirker kuştiye. n ANF/BEHDÎNAN