Li Helebceyê sala 1904‘an ji dayîk bûye. Heta 1937’an di xwendingehên seretayî yên vê navçeyê de mamostetî kiriye. Piştre dest bi çalakiyên siyasî û rojnamevaniyê dike. Çendîn caran dikeve zindanê. Ji sala 1952’an heta dûmahiya jiyana xwe jî di gelek rojname û kovarên Kurdî de gotar û mijar nivisîne. Çend pirtûkên wî yê helbestan jî hene. Giringiya Goran ew e ku yekemîn helbestvanê nûjen î Kurd e ku wezna ‘Erûza Erebî‘ di helbesta Kurdî daye aliyekî û bi şêwaza folklora Kurdî helbest hûnandine.
Ebdulla beg kurê Silêman begê kurê Ebdula ye. Bavê wî jî û bapîrê wî jî di hûnana helbestê û wêjeyê de behremend bûn. Bi Kurdî û bi Farsî nivîsandine û hûnanên xwe gotine. Bi taybetî bapîrê wî Ebdula di ziman û wêjeya Farsî de xwedî asteke bilind e, ji ber vê jî navê wî wek “katibê farsî” derketiye.
Wekî Feqe Ebdula tê naskirin
Goran li cem bavê xwe Qur’anê dixwîne. Piştre jî li “Mizgefta Paşa” ya Helebceyê dibe feqî û tenê demek be jî wekî “Feqe Ebdula” hatiye naskirin.
Di dawiya salên Şerê Yekemîn ê Cîhanê û destpêka hatina Ingilîzan li vê herêmê de, Helebce tê valakirin û gel berê xwe dide gundên derdorê. Mala bava Goran jî di bihara sala 1919’an heta payîza vê salê berê xwe didin ber Çemê Biyare û li wir di nav rezekî de dimînin û payîzê vedigerin Helebceyê.
Heman salê, di 1919’an de bavê Goran Silêman Beg jî diçe ser dilovaniya xwe. Piştre sala 1921’ê bi birayê xwe Mihemed Beg, bi handana Mistefa Sayib, di gel kurxalê xwe Ebdula Nûrî ji bo xwendinê diherin dibistana “ilmî” ya Kerkûkê. Lê heman di wê salê de birayê wî Mihemed Beg tê kuştin. Êdî kesekî wî nemaye ku debara wan pê bibe û hay ji diya wan hebe. Ji ber vê dest ji xwendinê berdide û ji sala 1922’an heta sala 1925’an bi gelek destengiyan re rûbirû dibe. Goran, yekemîn car sala 1925’an di dibistanên ku li Helebceyê vebûne, mamostetiyê dike heta sala 1937’an.
Çalakiyên wî siyasî û wêjeyî
Piştî sala 1937´an hinekî bêkar dimîne. Piştre bi alîkariya Tofîq Wehbî ew veguhêztine dayîreya “Êşxal” beşa karûbarê riyên giştî. Heta sala 1951’ê di vî beşî de dimîne. Heman di vê demê de yekemîn car tê binçavkirin. Di wê serdemê de, çend salekî bi çend rewşenbîrên din ê Kurd re diçe Yafayê. Li Filîstînê û di êstgeha radyoya rojhilata nêzîk de bi mebesta xebatên li dijî faşîzmê de beşa Kurdistanê vedikin.
Di Mijdara 1952’an de ji zindanê derdikeve û tê Silêmaniyê û dibe berpirsê rojnameya “Jîn”. Heta Îlona 1954’an li ser vî karî dimîne. Di 17’ê Cotmeha 1954’an de bi komek aştîxwazên Silêmaniyê re duyemîn car tê binçavkirin. Fermana girtinê lê tê birrîn. Li Silêmanî, Kerkûk, Kut, Beqûbe û Nugre Selmanê di girtîgehan de dimîne, dema çavdêriyê jî li Bedrê dimîne. Di 12´ê meha Îlona 1956’an de ji zindanê derdikeve û diçe Bexdayê, çend rojan li wir di projeyakî de dibe çawîşê karkeran.
Bi hewara Filistînê ve diçe
Di dema ku Îsraîl êrîşê dibe ser Misrê, piştî ku Ereb li dijî Îsraîl serî hildidin, ji Kurdan hin kes bi navê “Yekgirtû îslamî” bi wan re peymanê girê didin. Goran jî di nav wan de ye, tê girtin. Di 17’ê meha Mijdarê 1956’an de dadgeha Kerkûkê sê sal cezayê girtinê li Goran dibirre. Ku bedîlê berdana wî jî hezar dînarê wê demê lê tê birrîn. Ji ber ku pereyê wî tunebû ku razîne, dixin zindanê. Heta 17 meha Mijdara 1958´an piştî serkeftina şoreşa 14ê Gelawêjê ji zindanê azad dibe. Goran vê dema girtina xwe jî li Kerkûk û Be’qûbe diborîne.Piştî ku ji zindanê tê berdan û bi şûnde Goran vedigere Silêmaniyê. Piştî wê bi demekê bi şandeyeke neteweyî, serî li Yekîtiya Sovyetê, Çînê û Koreya Bakur a Dêmokratîk dide.
Di destpêka 1959’an de rêvebirina Kovara “Şefeq”ê dike û bi navê “Beyan” derdixe. Di Îskana Silêmaniyê de jî damezrîner e û heta nîvê salên 1960´î jî tê de dixebite. Li vir bi mihaneya ku bê pirs karê xwe berdaye ji vî karî jî tê dûrxistin. Karberdana wî jî ev bû ku diçe Şeqlawe û beşdarî duyemîn Kongreya Mamosteyên Kurdî dibe.
Di nîveya sala 1960’î de tê Bexdayê û dibe şêwirmendê profesorê beşê Kurdî ya koleja wêje ya Zanîngeha Bexdayê. Dibe endamê desteya nivîskarên rojnameya azadî.
Çalakiyên wî yên wêjeyî
Yekemîn car hin helbestên Goran di bin navê “Beheşt û Yadgar” (Bihuşt û Bîranîn) sala 1950’î li jêr berpirsyariya Elaedîn Secadî li Bexdayê hatine çapkirin. Naveroka vê beşa dîwana wî her wekû wî bi xwe jî li ser destpêka vê bira helbestên xwe de gotiye; “Bi giştî li ser mijarên xweşkahî û dildariyê mijûl e”
Di sala 1957’an de Goran dil dike ku birrek helbestên xwe bi navê “Siruşt û Derûn” çap bike. Lê ev neqedand. Piştre kurê wî Hogir û birayên wî sala 1968’an “Siruşt û derûn le gell operêtî encamî yaran” çap dikin. Goran baş hay ji wêjeya nûjen a gelên din ên weke Tirk û Ingilîz heye. Ji ber ku nedixwest ji wêjeya rojê derkeve, dest bi wergêrê dike.
Goran yekemîn helbestvanê Kurd e ku şêwaza kevin a weznê, ango wezna ‘erûzê dide aliyekê û helbesta Kurdî vedigerîne ser şêwaza hêceyî (kiteyî) ya Kurdî. Baweriya wî wisa bû ku divê helbesta Kurdî ji ‘erûzê xwe biguhere ser “kêşa hêceyî” ya Kurdî. Ew kêşa ku folklora Kurdî û helbesta Hewramî di serdema Erdelaniyan de pê hatiye hûnandin.
Ev nûxwazî dibe sedema serobinbûnekî nû di cîhana niha ya helbesta Kurdî de.
Mirina Goran
Di despêka sala 1962’an de bi nexweşîna penceşêrê dikeve. Neştergeriyek serkeftî li Bexdayê jê re dikin lê mixabin wext derbaz bûye. Piştî wê neştergeriyê di Nîsanê de diçe Moskovê û sê mehan li nexweşxaneya “Kremlîn” û senatoriya “Bervîxe” diborîne. Piştre vedigere Iraqê. Piştî vegerê di demekî kurt de nexweşiya wî lê zêde dibe, tengasiyê dikişîne, ji ber vê vedigere Silêmaniyê û li wir di cih de dikeve. Di 18 Mijdara 1962’an de rehmet dike.
Berhemên Goran
Beheşt û Yadgar (Bexda-1950), Fîrmêsk û Huner (Bexda-1968), Siruşt û Derûn (Silêmanî- 1969), Lawik û Peyam (Silêmanî-1969), Dîwanî Goran (Bexda-1980), Umêd Aşna Pirtûka «Nûsîn û Pexşan û Wergêrrawekanî Goran» (bi berhevkarî û pêşgotina Weşanên Aras, sala 2002’an li Hewlêrê).
Çavkanî
Şî’r û edebiyatî kurdî , bergî duwem , Refîq Hîlmî
Nameyekî taybetî kak Ejî Goran bo amadekarî “Dîwanî Goran”
Agadariyekanî Taybetî Miḧemedî Mela Kerîm
Şarezayê pexşanê ye jî
Goran ji bilî helbestê di pexşanê de jî şareza ye. Pexşanên Goran jî nexşandina demê ku tê de jiyayî ye. Lê li ser pexşanê jî dewam nekiriye. Ya rastî, wî giringî daye helbestên xwe, hewla nûkirinekê di helbestê xwe de daye. Ji ber vê di pexşanê de xwe bi şûnde girtiye. Di dema jiyana xwe de sê dîwanên wî yên helbestê “Beheşt û Yadgar, Firmêsk û Huner, Peyamî Kurd” û hilbijartiyek çîrokên Biyanî û hin gotarên rexneyê di salên 1953 û 1961’an de çap kirine. Lê Goran bi hesret bû ku berî mirina wî dîwana wî ya helbestê were çapkirin. Sala 1978’an lijneyek pêk tê ji bo berhevkirina berhem û helbestên Goran ên ku bi pirranî di kovar û rojnameyên Kurdî yên li derve û nav Iraqê de belav bûne. Li pey kovarên wek Kovara Hawar li Sûriyeyê, rojnameya “Jiyanewe” û “Dengî das” û “Jîn” û kovara “Gelawêj” û “Dengî getî taze”, “Hîwa”, “Şefeq”, “Beyan” , “Billêse” , “Ronahî” , “Amillkey diyarî lawan” û “Yadgarî lawanî Iraq” dikevin. Bi vê mebestê agahdarî û bangewaziyê ji wêjedostan re jî di rojnameya “Bîrî nwê” hejmara 277 û “Paşoky Êraq” hejmarên 12 û 13’an de belav dikin. Di encamê de di sala 1980’yî de digihê ber destê xwendevanan û hogirên Kurdî .
MUHSÎN OZDEMÎR