
Piştî ku navçeya Sûrê ji aliyê hêzên dewlêtê ve hate rûxandin, jiyana niştecihên navçeyê jî serobin bû. Lê dîsa jî kesên wekî Yasemînê hewl didin kevneşopiya Sûrê biparêzin
Ji ber dorpêça li Sûrê ya ku salek e didome, gelek esnafên jin ji karê xwe bûn. Lê Yasemîn Suleymanoglu dev ji karê xwe û Sûrê berneda û cil û bergên gelêrî didirû. Suleymanoglu 4 sal berê Mala Dirûnê ya Lewendî vekir û li gel dorpêça li navçeyê dest ji karê xwe berneda. Suleymanoglu da zanîn ku du sê heb esnafên jin li dijî şer û krîzê tê dikoşin. Suleymanoglu diyar kir bê ka çima navê kargeha xwe kiriye ‘lewendî’ û wiha dom kir: “Parçeyekî cil û bergên herêmî ye ku bi devmilan ve ye û zêdetir jin bi kar tînin. Jinên Colemêrg û Botanê zêdetir tercîh dikin.” Suleymaoglu da zanîn ku tevî dorpêça Sûrê jî li ser pêyan in û wiha dirêjî da gotina xwe: “Di bin dengê bombeyan de min karê xwe berdewam kir. Li hemberî gelê Sûrê polîtîkayeke taybet meşandin. Tu carî nefikirîm ku vir terk bikim. Li ser her fistanî şopa komkujî, hestyarî û hêviyê heye.” Suleymanoglu daxuyand ku tevî her tiştî karê xwe berdewam kiriye û got ku serî li hember pevçûn û krîzan netewandiye û divê jin li ser piyan bisekinin.
AMED