Mustefa Eleddîn di sala 1993’yan de li gundê Girê Sor ê li rojhilatê Kobanê ji dayik dibe. Ew û birayê xwe Ehmed ji dema jidayîkbûna xwe ve nabînin. Her dîtina xaka li ser dijîn hesreta dilê wan e.

Sala 2013’an dema ku çeteyên El Nusra êrîşî gundê wan ê nêzî sînor kirin, Mustefa û malbata xwe neçar man ku berê xwe bidin navenda Kantona Kobanê.

Mustefa bi lêxistina sazê ya ku 2008’an fêr bûye êşa xwe bilêv dike û derketina ji gundê xwe hembêz nake.

Piştî ku berxwedaniya Kobanê ya 15’ê Îlonê dest pê dike, Mustefa bi malbata xwe re wisa dil bi êş sînor qut dike û ji Kobanê derbasî bakurê Kurdistanê dibe.

Mustefa û malbata xwe piştî ku Kobanê rizgar bû vegeriyan gundê xwe. Hin roj li ser hatina wî ya Kobanê re derbas dibin, bi alîkariya saza xwe, êşa koçberiyê bi gotinên zêrîn vedihûnê û tevli kîjan şahiyê dibe vedibêje.


Çêkirina stranan

Tevî strana li ser koçberiya Kobanê şeş stran çêkirine, ji ber çavên wî nabînin, gotinan jiber dike û bi xwe li sazê dide. Gotin û awazên xwe vedihûne û vedibêje.

Niha Mustefa û birayê xwe Ehmed ên ji zaroktiyê ve nabînin, ji bo xwe fêrî nivîsandinê bikin, diçin Navenda Komeleya Tîrêj a Astengdaran û li ser waneyên zimanê Kurdî perwerdeyê dibînin. Her wiha tevli Koma Gulava ya stranan bûne û dixebitin. 


KENDAL CÛDÎ / ANHA