BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Siyasetvanên Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî û Kawa Nadir ên ku pêwendiya wa li gel Abdullah Ocalan hebû, dîlgirtina Ocalan wek derbeke li dijî  berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd, bi nav kirin.

Mihemed Emîn Pênciwênî li ser pirsa çima dewleta Tirk ti demê guh neda daxwazên aşitiyane yên Ocalan, got, “Hişmendiya dewleta Tirk ji dema Kemal Ataturk heta Erdogan dewam dike û hişmendiyeke dîkdatorî, şoven û leşkerî ye. Felsefeya yek al, yek netewe û yek ziman a Ataturk, rûxiyaye. Niha desthilatdariyeke Îslamî û şovenîst a Tirk heye.

Di vê qonaxê de tenê rêyek li pêş Kurdan heye ji bo xizmeta neteweyî. Ew jî ji hev têgihiştina hizirîn û hişmendiyeke siyasî ya di nava Kurdan de ye. Wekî din divê Kurd hev qebûl bikin, her wiha divê ti hêzeke Kurdî li aliyê dijmin cih negire û li dijî aliyekî din ê Kurdî dijminahiyê neke.”

   

Siyasetvan Kawa Nadir ku wî jî di salên 1990’î de serdana Ocalan kiriye, behsa rola Ocalan ya di şoreşa gelê Kurdistanê de kir û got, “Birêz Ocalan xwedî roleke mezin bû di hişyarkirina gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê de. Ji bona wê divê giringî bi peyamên Ocalan were dayîn. Ji ber ku Ocalan di peyamên xwe de behsa çawaniya bi destxistina mafên rewa yên gelê Kurd dike.

Dewletên beşdarî komployê bûn û dijminahiya gelê Kurd kirin, ji bo berjewendiyên xwe bûn. Ji bona wê, pêwîst e gelê Kurd jî ji bo parastina berjewendiyên xwe hev bigre. Ji ber ku dîlgirtina birêz Ocalan bandoreke mezin li berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd kir.”