ŞERÎF EL-EBO
ANHA/MINBIC
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Babê, Cemal Ebû Cûma destnîşan kir ku çete li Babê li ser mal û milkên şêniyên herêmê yên ku dizîne, şer dikin.
Cemal Ebû Cûma derbarê rewşa Babê de axivî. Ebû Cûma got, li Babê û gundewarên wê rojane şer di navbera komên çete de derdikeve û wiha peyivî: "Çete li ser mal û milkên ji şêniyên herêmê û bi taybetî ên ji Efrînê dizîne, şer dikin. Dewleta Tirk a dagirker jî zextê li şêniyên Babê dike ku demografiya herêma wan bide guhertin. Tirkiyeyê bi zanebûn nakokî û şerê di navbera komên çete yên li Babê û gundewarên wê gur dike, dixwaze bi rêya komên çete sivîlan talan bike, demografiyê bide guhertin û bi rêya çeteyan serweriya xwe li ser herêmê xurttir bike."
Di vê mehê de 7 caran şer qewimî
Ebû Cûma anî ziman ku wan kiryarên Tirkiyeyê û çeteyan ên li ser sivîlên herêmê didin meşandin, belge kirine û wiha pê de çû: ˝Tenê vê mehê, 7 caran şer di navbera çete û sivîlan de qewimiye. Di van şeran de sivîl ku di nava wan de zarok û jin jî hene, bi destê çeteyan hatine kuştin û bi dehan sivîl jî birîndar bûne.˝
Ji bo parastina wê jî canê xwe feda bikin
Di mijara gefxwarinên Tirkiyeyê ji bo dagirkirina Minbicê jî Ebû Cûma got: ˝Kî difikire Minbicê tehdîd bike, bila zanibe ku ciwanên Minbicê li eniyan in, ew amade ne parastina xaka xwe bikin, wan çawa canê xwe ji bo rizgarkirina Minbicê feda kir, ew ê ji bo parastina wê jî canê xwe feda bikin.˝
Gelek şêniyên Babê koçber bûne
Ebû Cûma di dewama gotinên xwe de anî ziman ku niha gelek şêniyên Babê yên koçber bûne li Minbicê ne û wiha axivî: ˝Bila ragihandin, civaka Navneteweyî, Berpirsên Karûbarên Mirovî zanibin ku niha bi sedan şêniyên Babê yên ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê koçber bûne, li Minbicê dijîn˝.
Ciwanên Babê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Her wiha doh jî ciwanên ji bajarê Babê, zextên hêzên asayîşê yên dewleta Tirk ên li ser gel protesto kir û xwest ji bajêr derkevin.
Dewleta Tirk a dagirker ku ev du sal in Bab dagir kiriye, zexteke giran li gelê bajêr dike. Li bajêr hema hema her roj teqîn û şer rû didin. Hemû hêzên asayîşê, polîs û eskeriyê di kontrola dewleta Tirk de ne. Hêzên asayîşê yên ser bi dewleta Tirk, zexteke giran li gel dikin. Ciwanên ji Babê li navenda bajêr li hev civiyan û hêzên asayîşê protesto kirin. Ciwanan ji bo azadiya Babê dirûşm gotin û xwestin, hêzên dewleta Tirk ji bajêr derkevin.