Semîner ji aliyê Endamê Komîsyona Ji nûveavakirina Kobanê Çoman Kenanî ve hate pêşkêşirin. Endamê Komîsyona Ji nûveavakirina Kobanê Çoman Kenanî bal kişand li ser rewşa dawî ya Kobanê û aliyên dîrokî yê berxwedan û coxrafya Kobanê. Herwiha bi belge û wêneyan rewşa Kobanê vegot.
Di semînerê de, endazyar Nebez Celal Ehme got: “ “Weke endazyar li ser me ferze ku bi hemû rengî alîkariya Rojava bikin, ne tenê Kobanê. Ji bo ji nûveavakirinê jî pêwîste em alîkariyê pêk kêş bikin. Di warê madî de jî divê em alîkariyê bikin. Em sînorên xwe ji bo wan vekin û di hemû waran alîkariyê pêş kêş bikin.”
SILÊMANÎ