Li navçeya dîrokî a Amedê Sûrê, maleke kevn a Amedê kirine otopark. 
Li navçeyê maleke dîrokî li qatê zemînê xwedî hewş e ya li Kolana Melik Ahmet ya Taxa Ziya Gokalpê veguherandine cihê parka erebeyan. Ji bo vê jî dîwarê hewşa xênî yê li rojhilat hatiye rûxandin. Li ser dîwarên malê yên nexşkirî, bi ziman û nivîsa suryaniyî xet hene. Mala ku terkî çarenûsa xwe hatiye kirin, hewşa wê wek otoparkê tê bikaranîn. Mal tevî avahiyên Sûrê ji aliyê UNESCO´yê ve wekî mîrateya cihanê ya çandî hatibû qebûlkirin û biryara parastinê hatibû stendin. 


 DÎHABER / AMED