Li Semta Ofîsê ya Amedê jina bi navê Rûşen Yakut bi derfetên xwe kargeha bergan vekiriye. Qewlik, tûrik, çante,berg, gerdenî û bazinên ji morîkan ên Rûşen Yakutê bi neqş, xeml û kalîteya xwe tên ecibandin. Rûşenê diyar kir ku ew dixwaze jin di her warê jiyanê de çalak bin. 

Rûşen Yakut, kargeha qewlik, tûrik û bergan ya bi navê ‘Pirço’ bi derfetên xwe li Semta Ofîse ya Amedê vekiriye. Xelk qewlik, çente, tûrik û gerdeniyên cûr bi cûr yên Rûşen Yakutê pirr diecibîne. Di kargehê de bi pîrranî jin di tûrik, berg û çenteyan de wek sembol tên nîşan dide. 


‘Jin reng didin çanda civakê’

Rûşenê diyar kir ku, ew bi vekirina kargeha ‘Pirço’ rengê jinê dertîne pêş û got: “6 mehe min vê kargehê vekiriye. Min zanîngeh xwend her tim mereqa min van tiştan hebû ji ber ku,her tim jin reng dide çanda civakê. Di zanîngehê de jî min her tim guhar wekî din her cûreyên qewli, çente û bergan çêdikirin. Car caran min pirtûk ji hevalên xwe dixwestin û wan li hemberî wê kovar û pirtûk didan min. Ez ji kargeha xwe û karê xwe pirr kêfxweş im, ev tişt kêfxweşiyeke pirr cûda li cem min peyde dike. Ji ber ku, wê demê mirov şadbûna mirovan hîs dike.”


‘Ez bihêzbûyîna jinê nîşanî civakê didim’

Rûşen Yakutê bal kişand ser nihêrina civakê ya li hemberî jinan û got, divê jin afirîneriya xwe li her warê jiyanê bidin nîşandan û wiha peyivî: “Ez bi hêzbûyina jinê bi çêkirina bergan nîşanî civakê didim. Di pergalê de mîsyona jinê çawa hatibe nîvîsandin, civak jî wiha tevdigere. Ez her tim li hemberî vî tiştî bûm. Ji ber wê jî, ez niha li ser pîyan im. Min hişmendiya li hemberî hebûna jinê ti carî qebûl nekir û ez qebûl jî nakim. Niha jî em 2 heval li vir dixebitin. Em destpêkê pirr hizirîn û lê fikirîn, ji ber ku mirovên bi heman rengî hene, em ê çawa bi wan bidin ecibadin, em pirr fikirîn. Niha jî elaqeyek mezin heye. Em ji vê yekê jî pirr kêfxweş in.”


‘Min axaftinên hişmendiya pergalê qebûl nekirin’

Rûşen Yakutê îfade kir ku ew bi pirranî wan sembolan çêdike ku jinê temsîl dikin û da zanîn ku ew bi çêkirina bergan, çanda bi nemanê re rûbirû maye, bi hunerê dide jiyandin û wiha pê de çû: “Ez ji beşa civaknasiyê mezûn bûme. Ji ber wê jî niha herkes ji min re dibêje, ka te zanîngeh xwendiye, tu çima naçî mamostetiyê hilnabijêrî. Bi rastî jî, min ev axaftinên hişmendiya pergalê qebûl nekirin, min kargeh vekir. Ji bo min her tim li gel civakê mamostetiya herî mezin bû. Niha jî ez bi sembolên ku jinê temsil dikin, hunerê dikim, ji wan sembolan bergan çê dikim. Amûrên kevin yên ji ber destê dayikên me mane ez tînim gel hev û çante û bergan çêdikim. Hem ew hişmendiya civakê ya cihêzê jî ji holê radikim hem jî bi awayekî erênî ji jinan re dibim hêz. Ez her tim dibêjim, divê jin li her warî, li her kolan û her taxê, rengê xwe bide xuya kirin da ku civak ber bi hûnera jinê ve biçe.”


ZEYNEP DURGUT / JINHA / AMED