Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê ragihand ku di şerê rizgarkirina bajarokê Dişîşayê de 274 çete hatine kuştin û hêzên QSD'ê û hêzên Iraqê li ser sînor gihîştin hev.
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê têkildarî şerê rizgarkirina bajarokê Dişîşa daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê diyar kir ku di şer de 4 serçete jî di nav de 274 çete hatin kuştin û 13 jî dîl hatin girtin, bi sedan sivîl hatin rizgarkirin û 3 şervanên QSD’ê şehîd bûne.
Ji du baskan ve dest pê kiribû
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatî weşandin wiha ye;“Pêngava rizgarkirina bajaroka Dişîşa di dîroka 3'ê Hezîrana 2018'an de ji du baskan ve rojava (Şedadê) û rojhilat (Hol) dest pê kir. Pêngav bi rizgarkirina bajaroka Dişîşayê, gund û mezreyên wê ku dirêjahiya 600 km2 çargoşeyî, her wiha rizgarkirina deriyê Til Sifûk bi encam bû. Di dîroka 24'ê Hezîrana 2018'ande hêzên QSD'ê û hêzên Iraqê li ser sînor gihîştin hev."
Bi sedan sivîl hatin rizgarkirin
Her wiha di daxuyaniyê de hat raginahdin ku şervanên Pêngava Bagera Cizîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi sedan sivîl rizgar kirine û daxuyanî bi vî rengî dewam kir: "Tîmên rakirina mayîna, mayînên ku çeteyên DAIŞ'ê bi armanca astengkirina pêşveçûnên şervanan danîbûn, bê bandor kirin. Her wiha hate diyarkirina ku di şer de tuneleke DAIŞ’ê ji aliyê şervanan ve hatiye dîtin."
13 jî dîl hatin girtin
Fermandariya Giştî diyar kir ku di şerê di navbera şervanên wan û çeteyên DAIŞ'ê de ku çekên sivîl, navîn û giran li herdu baskan hatine bikaranîn û wiha dewam kir:"4 jê serçete di nav de bi giştî 274 çete hatin kuştin û 13 jî dîl hatin girtin.
Şervanên me wesayîteke Banco, du wesayîtên bombebarkirî, wesayîteke bi cebilxane barkirî, hejmareke motorsiklêt rûxandin û 8 beregehên wan jî kirin hedef. Li aliyekî din jî 6 topên hawan, 2 obus, 2 çeperên çeteyên DAIŞ’ê jî hatin rûxandin."
3 şervan şehîd bûn
Miqtara cebilxaneyên ketine destê şervanên QSD'ê jî wiha hate rêzkirin:"Doçka 23, doçka 12.0, obus SPG9, 13 topên RPG 7, 3 çekên RPG7, wesayîteke bomebekirî, sarîcek mezin, 3 telefonên betel (Hitra), wesayîteke Hemmer, miqdareke mezin cebilxane, 6 telefonên destan ji bo teqînê û du sarîc yek jê bomebekirî hatin ketin destê şervanan.
Di şerê rizgarkirina bajarokê Dişîşayê de 3 şervanên me şehîd bûn û 20 şervan jî birîndar bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN