Helbestkarê Kurd Nûrî Hisên Bavê Azad bi navê wî yê din Serdem Can ji deh saliya xwe ve helbestên civakî, netewî û evînî dinivîse û dibêje, “Ez ê li ser şopa Cegerxwîn bimeşim.”
Nûrî Hisên Bavê Azad bi navê Serdem Can tê naskirin, 62 salî ye, ji gundê Mişêrfa Helîmo yê bajarê Hesekê ye û di heman demê de doxtortiya pincaran jî dike.
Bapîrê wî Mele Şêxmûs hevrêyê Seydayê Cegerxwîn e. Ji vê demê ve bi helbestên Cegerxwîn pir mijûl bûye. Di dehsaliya xwe de helbestên Cegerxwîn bi devkî digotin. Seydayê Cegerxwîn piştgirî da wî da ku helbestan çêke û binîvisîne. Hisên Xwendina xwe ya seretayî li gund temam kiriye, ya navîn û amadehî li bajarê Hesekê qedandiye. Navê Serdem Can, wekî navekî hunerî li xwe kiriye.
Bi PKK’ê re ji nû ve ji dayik bû
Di sala 1977’an de beşê Wêjeya Zimanê Erebî ya Zanîngeha Libnanê diqedîne. Paşê jî berê xwe dide Mexirbê, li vir jî doktoriya giya dixwîne û dibe pisporê vî karî. Karê doktoriyê li Iraq, Sûdan, Urdin, Cezayîr, Tûnis û Morîtanyayê kiriye.
Serdem Can sala 1986’an li Tûnisê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser wî kiriye ku helbestên netewî û şoreşgerî li ser qehremanên destpêkê binivîsîne. Di wê demê de xwe nêzî endamên tevgerê li gelek dewletên Ereban, weke Mexrib, Tûnis, Cezayîr, Lîbya, Iraq û Libnan û paytexta Sûrî Şamê dike. Ew xebatên tevgerê jî dimeşîne. Li ser vê yekê dibêje, jiyana wî bi damezirandina PKK’ê re destpê kiriye. Helbesta wî ya yekem bi zimanê Erebî di sala 1989’an de bû û tê de Rêberê Gelê Kurd weke Îsrafîlê gelê Kurd bi nav dike.
Gelek caran hat girtin
Serdem Can ji ber helbestên xwe yên netewî û têkoşîna xwe di nava tevgerê de gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve hate girtin. Cara yekem li bajarê Dêra Zorê, sala 1992’an tê girtin. Sala 1998’an li Lîbyayê jî ji aliyê îstixbarta derve ya Sûriyeyê ve bi çend endamên tevgerê re hat girtin, li vir salek û 3 mehan di girtîgehê de ma. Tevî vê yekê jî dûrî karê xwe nema, di girtîgehê de zêdetirî 200 helbestên bi zimanê Erebî nîvisandin, ew jî hatin desteserkirin. Sala 2002’an jî li Urdinê hate girtin, 10 meh û 20 rojan di girtîgehê de ma. Li Libnanê jî dîsa ji aliyê Istîxbaratên Sûriyê ve hat girtin. De di zindana rêjîmê de bû di rojekê de 28 helbest li ser qehremantiyê nîvisandin. Piştî demeke dirêj ku li gelek dewletên Ereban dima vedigere warê xwe.
‘Eger ziman naxwazin çi dixwazin?’
Serdem Can nerazîbûna xwe nîşanî wan kesan dide ku dibêjin, “Em perwerdehiya Kurdî naxwazin” û ji wan dipire: “Ger hûn zimanê xwe naxwazin, xwesteka we çi ye?”
Di helbestên Serdem Can de şehîd û şehadet tiştên herî pîroz in. Derbarê vê yekê de dibêje, qehremanên şoreşê cihê rêz û hurmeta gelê Kurd in, bêyî wan gel nikare bijî.
Helbestên şoreşê
Di vê salê de helbestvan Serdem Can du pirtûk çap kirin, yek bi zimanê Erebî bi sernavê “Kurdistan biser dikeve“ ku ji 50 helbestan pêk tê. Wekî din pirtûkeke bi navê “Homa ey nemir” bi zaravayê Zazakî çap kiriye, ev dîwan ji 530 helbestan pêk tê. Di helbestên xwe de behsa berxwedana Kobanê, Şoreşa Rojava û şervanên wê, koçberiyê, êş û azarên civakê û gelek mijarên cuda dike.