Bedriya Silêman a ji bajarê Serêkaniyê, 40 salî ye. 5 zarokên Bedriya hene. Ji wan 2 xort tevlî refên YPG’ê, keçek jî tevlî YPJ’ê bûne. Kurên wê yên bi navê Beşar Silêman (Çekdar) û Nêçîrvan Silêman (Nêçîrvan) di berxwedana herêmê de jiyana xwe ji dest dane.

Çekdar di 23’yê Kanûna 2013’an de li gundê Xirbit Benat ê li rojavayê Serêkaniyê, Nêçîrvan jî di 19’ê Adara 2015’an de li gundê Til Xenzîr ê li rojavayê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da. Ji ber zarokên xwe yên ku gihîştine şehadetê Bedriya gelekî bi ciwanan ve hatiye girêdanî û hez ji wan dike. Lewre jî 2 meh beriya niha Ii Serêkaniyê tevlî xebatên parastinê yên Yekîtiya Ciwanên Rojava bûye. Bedriye her şev di navbera saetên 20.00 û 24.00’an de li gel ciwanan di parastina tax û kolanên bajar de cîh digire. Dema ew xebatên parastinê dike jî hevserê wê li malê xwedî li herdu zarokên xwe yên din derdikeve. 


ASYA ÎSMAÎL/ANHA/SERÊKANIYÊ