
Hanim Akbudak a li gundê Omeryan yê Nisêbînê, di salên 90’î de koçber bû û dîsa vegeriya gundê, diyar kir ku piştî vegeriyaye, şewatên daristanan dest pê kirine, û got, armanca vê ew e ku vegera xelkê asteng bike û koçberiyê dîsa li wan ferz bike.
Hanim Akbudak a salên 90’î koçber bûyî û 10 salan paşê vegeriya, da zanîn ku vê carê çi dibe bila bibe, ew ê gundê xwe bi cih nehêle.
Vê carê çarenûs wê yeke din be
Gundiyên Omeryan yên piştî salan vegeriyan gundê xwe, li xaniyên xwe yên çiyayê Omeryan yên hilweşandî, jiyana xwe ji nû ve saz kirin. Tevî ewqas kedê jî niha careke din polîtîkaya koçberkirinê li xelkê Omeryan tê ferzkirin. Gundî li dijî şewata çiyayê Omeryan ev heftiyeke li ber xwe dide. Gundiyan da zanîn ku ew xwe teslîmî heman çarenûsa berê nekin.
Hanim Akbudak a ku ji ber koçberiyê 10 salan 4 bajar guhert, got: “Wê demê cerdevanan erdên me şewitandin. Xaniyên me vala kirin. Gefa kuştinê li me xwarin.”
‘Me gundê xwe ji nûve zindî kir’
Hanim Akbudakê di dewamê de got, piştî vegeriya gundê xwe, ji nûve her tişt ava kiriye û wiha peyivî: “Dema em hatin ne av ne ceyran hebû. Niha em ava şebekê bi kar nayînin. Em ava bîran bi kar tînin. Me erda xwe ji nûve çand. Li çiyayên Omeryan me jiyan ji nûve şîn kir. Niha dixwazin heman tiştî li me bikin, me dîsa koçber bikin. Lê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
MEDÎNE MEMEDOGLU/MÊRDÎN