Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê, di çarçoveya çalakiyên bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” de li bajarên London, Readîng, Brîghton û Cardîff ên Îngilîstanê kon hatin vedan.

LONDON: Çalakiya kon ku ev hefteyeke li navendên cuda yên Londonê tê lidarxistin, belav dibe. Her hefte saziyeke cuda vê çalakiyê dewr digire. Di roja dawî ya çalkaiyê de ciwanên ji endamên Ciwanên Azad çalakî dewr girtin.

Çalakiya ku wê îro bi dawî bibe, li meydana Trafalgarê pêk hat. Di nava rojê de belavok hatin belavkirin û ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin.

BRÎGHTON: Li Brîghtonê jî, di çaroveya kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, stant hat vekirin û agahî ji raya giştî ya Brîtanyayê re hat dayîn. Di çalakiyê de tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin û der barê komkujiyê dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dikin de belavok hatin belavkirin.

NEWPORT: Li herêma Newprot a Cardîffê kon hat vedan û belavokên ji daxwazên azadiya Ocalan hatin belavkirin. Her wiha li ser şerê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, agahî hat dayîn. Çalakî wê sê rojan dewam bike.  

READÎNG: Bajarekî din ê li ê heman çalakî hat lidarxistin, Readîng e. Li vî bajarî stant hat vekirin û zarokan belavokên bi zimanê Îngilîzî belav kirin. Her wiha li ser pirsgirêka Kurd û rewşa Ocalan agahî ji mirovên li derdorê re hat dayîn.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, nobeda li kon a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, duh bi mîtîngekê qediya. Di vê çalakiyê de, li ser komkujiyên li Kurdistanê û tecrîda li ser Ocalan belavok hatin belavkirin, agahî hatin dayîn. Çalakiya ku 9 rojan bênavber dewam kir, pêrsaet di 19:00 de bi xwendina sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ qediya.

DUSSELDORF: Çalakiya bi heman armancê li ser banga KCDK-E li bajarê Elmanya Dusseldorfê pêk hat, pêr di roja 10. de qediya. Di vê çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin. Di mitînga qedandina çalakiyê de Zeynep Kinaci (Zîlan) hate bîranîn. 

ESSEN: Çalakiya li bajarê Essenê bi mîtîngekê qediya. Di axaftinên li qada mîtîngê de hat ragihandin, Erdogan ji bo mirovahiyê xeteriyeke û hat destnîşankirin, hebûna Erdogan li pêşiya aştiya navbera civakan, astengî ye. Mîtîng piştre bi qîrîna dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.

FRANKFURT: Çalakiya kon a li Hauptwache ya Frankfurtê ku 10 roj li pey xwe hiştin doh koma tevgera jinan dewr girt. Endamên Meclîsa Nûjin a Jinê ya Hanau, Meclîsa Jinê ya Sara ya Offenbach, Meclîsa Jinê ya Rosa ya Darmstadt ji bo piştgiriya çalakiyê civiyan. Di çalakiyê de belavok hatin belav kirin. Her wiha Sevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur jî di çalakiyê de axifî û Zeynep Kinaci (Zilan) hate bîranîn. 

DORTMUND: Li Dortmund’ê tevî hewldan û êrîşên porovokatîf ên faşîstên Tirk ên li dijî çalakiya kon a ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîsê Elman bêhelwest e. Tevî provokasyonan jî çalakiya ji aliyê DKTM Dortmund ve hatiye organîze kirin didome. Di çerçoveya çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belav kirin. 

LÎNZ: Konê bi daxwaza azadiya Ocalan li bajarê Lînz ê Awûstûryayê hat vedan, du rojan li ser hev bû hedefa êrîşa komên faşîst. Di beşa duh a çalakiyê de komên faşîst li hemberî çalakgerên li kon li hev civiyan û polîsên Awûstûryayê jî bi tenê li vê provokasyonê temaşe kirin. Şûşeke ku faşîstekî avêt, çalakgerek birîndar kir. 

ÎNNSBRÛCK: Li bajarê Înnsbrûckê jî çalakiya konvedanê piştî du rojan pêr êvarî qediya. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Nûran Koçgirî di dawiya çalakiyê de axivî û anî ziman, gelek erk û wezîfeyên Kurdên li Ewropayê hene û wê bi berpirsyariya xwe rabin.

GOTEBORG: Li bajarê Swêd Goteborgê çalakiya li navenda bajêr a kon didome. Kurdistaniyan pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” bi kon ve kirin û hem bi devkî hem jî bi rêya belavokan raya giştî ya Swêdê li ser tecrîdê, şer û komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, hat agahdarkirin. 


NAVENDA NÛÇEYAN