Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Stockholm a Swêdê bûn. Bernamzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî beşdarî şahiya li Stockholmê bû. Baydemir destnîşan kir ku di encama helwesta bi biryar ya gelê Kurd de dewleta Tirk neçar maye bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin û muzakereyê bike û got: “Bi piştgiriya 40 mîlyon Kurdên ji Hewlêr, heta Mahabad û heta Qamişlo, wê di Newroza 2016’an de Ocalan bigihêje azadiya xwe. Hunermend Nasir Rezazî, Nûarîn, Comerd, Koma Nûrdil, Mîran û Ferhat derketin ser dikê û Kurdan li ber stranan govend gerand. Pîrozbahî heta derengiya şevê berdewam kir.
Di pîrozbahiya Newrozê ya bajarê Den Haagê de li ser rola Kurdan a li Rojhilata Navîn hat sekinandin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin. Di pîrozbahiyan de bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya HDP’ê hat kirin.
Li du navendên Kanadayê şahî
Newroz li bajarê Kanada Montrealê û Torontoyê hat pîrozkirin.
Li bajarê Kanada Montrealê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komîsyonan, bi qasî 700 Kurdistaniyên ji Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê Newroz li Laval Centre de Congres Palasê hat pîrozkirin. Li bajarê Kanada Torontoyê, bi organîzeya Navenda Civaka Kurd a Toronto Newroz hat pîrozkirin. HunermendXêro Ebbas jî bi stranên xwe reng da pîrozbahiyan.
Li Danîmarkayê pîrozbahiya destpêkê ya Newrozê li bajarê Aalborg ê herêma Bakurê Jutlandê pêk hat.
Pîrozbahiyê bi stranên Beytocan, Ferhad Çîlo, Dilyar Ebdo, Zanyar Dargrî, Koma Nûcan (Govend), Dogan Bîçen û bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.
Cejna vejînê Newroz li bajarê Odessa yê Ûkraynayê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi beşdariya bi sedan kesî li salona Palladîûm a Oddesayê pêk hat. Di bernameya pîrozbahiyê de hunermendên herêmî Cîger Reş, Şiyar Berzencî û koma govendê a ciwanan derketin ser dikê. Hunermend Mûstafa Bazidî jî bi berhemên xwe re reng da pîrozbahiyê.
Coşa Newrozê gihişt Başûrê Afrîkayê
Li bajarên Cape Town û Johannesburg ên Başûrê Afrîkayê, Kurdistaniyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Kurdên duh li hewşa Parlamentê ya li Cape Townê civiyan, Newroz pîroz kirin. Pîrobahiya ku ji aliyê Civaka Kurd û Kurdish Human Rights Action Groupe (KHRAG) ve hat organîzekirin, saet di 10:00 de destpê kir.Hunermendên herêmî yên ji Başûrê Afrîkayê û destekdarên Civaka Kurd ên Başûrê Afrîkayê jî piştgirî dan pîrozbahiyê. Li qada pîrozbahiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat vekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN