Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li herêmên Serêkaniyê, Til Temir, Hesekê û ji Til Birak heta sînorê Iraqê yên Kantona Cizîrê, li qadeke 180 kîlometreyan pêk tê şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Navendê destnîşan kir ku çete êrîşên man û nemanê pêk tînin û di 2 rojan de 102 çete hatin kuştin û 12 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên li Herêma Cizîrê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hatiye weşandin de hate diyarkirin ku çete ketine nava êrîşên man û nemanê û wiha hate gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê ku piştî binkeftina Kobanê û Til Hemis paşketinekê jiyan dikin, bi hêzêk mezin û bi takwiyeya çekên giran dest bi êrîşekî ku mirov dikare bejê ‘êrîşa man û nemanê’ kiriye. Çeteyan ji Heleb, Reqqa, Dera Zor û Holê hêzên takwiye ku piraniya wan biyanî ne û çekên giran en wekî tang, panzer, obûs û hewan anîne herêmê û êrîş dikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana hêzên YPG’ê ya li hemberî van êrîşên hovanê bi hemû hêza xwe berdewam dike û wiha hate ragihandin: “Pevçunên di navbera hêzên me û komên çeteyan de, li rojava û başûr rojavayê Kantona Cizîrê li ser xeta Serêkaniyê, Til Temir, Hasekê, li başûrê kantonê jî ji başûrê Til Berak heta sînorê Iraq, bi direjahiya 180 km berdewam dike. Qadên ku pevçunên herî dijwar tên jiyîn, xeta Serêkaniyê ku ev 2 rojin êrîş destpê kiriye, dîsa Til Temir û derdora wê ya ku ji 23’ê sibatê û vir ve di hedefa êrîşên DAIŞ’ê de ye.

Di çarçoveya van êrîşan de li herêma Til Xenzîr a 21 km li başûr rojavayê Serêkaniyê ye pevçunên gelekî dijwar tên jiyandin. Dîsa li nêzîkî gundê Menacir a li rojava û gundên Til Nasrî û Xebîş ên başûr û başûr rojhilatê Til Temir pevçunên dijwar tên jiyankirin. Hêzên me li hemberî êrîşên bênavber berdewam dikin, berxwedanekî bêhempa dimeşinin û pêşketina çeteyan asteng dikin.

Di nava 2 rojan de di pevçunên li Til Xenzîr û derdora wê de 40 çete hatine kuştin. Di vê qadê de 7 rêhevalên me yên ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolekî giring listîne gihîştin şehadetê. Bi yekinekî me ya di vê qadê de erkdar bû re tekiliya me qut bûye.

Di pevçunên 2 girên cûda yên li nêzîkî gundê Menacir de 15 endamên çeteyan hatine kuştin. Di vê qadê de jî 3 rêhevalên me gihîşt şehadetê.

Pevçunên li gundê Til Nasrî û Xebiş de jî qasî hatine tespîtkirin 47 çete hatine kuştin. Di pevçunên li vê qadê de jî 2 rêhevalên me yên bi lehengî şer kirine, gihîştin şehadetê. Pevçunên li van qadên ku navê van derbasdibe awayekî dijwar berdewam dikin.

Li qada ku ji başûre Til Berak heta sînore Iraq dirêj dibe, komên çeteyan bi fûze, obûs û topên hewanan li hemberîn çeperên hêzên me bombebaranê dikin. Hêzên me di heman astê de bersîv didin çeteyan.”


NAVENDA NÛÇEYAN