Ciwanên Kurd ên li Ewropayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê çalakî lidar xistin. Ciwanan di çalakiyan de berxwedanên xwerêveberiyan silav kir.
Li bajarê Elmanya Kasselê, YXK û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, rêveberiya giştî ya partiya Elman CDU dagir kir. Di çalakiyê de ji vê partiya li Elmanyayê desthilatdar e hat xwestin, ku li hemberî êrîşên AKP’ê bêdeng nemîne. Her wiha hat xwestin, ku ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê were rakirin, qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê bê rakirin û siyasetmedarên Kurd ên hatine girtin, werin berdan.
Jin û ciwanan balefirgeh dagir kir
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê, li balafirgeha Koln-Bonn a Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê û Ciwanên Azad li Bonnê çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin. Çalakgeran berxwedana li Kurdistanê silav kir û banga hişyarî û berpirsyariyê li dewletên Ewropî kir. Di çalakiyê de belavokên li ser bûyer û qewimînên li Kurdistanê hatin belavkirin.
HR3 soza şopandina bûyerên li Kurdistanê da
Ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê, li mezintirîn kanala televîzyonê ya eyaleta Hessen a Elmanyayê, HR3 çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin. Rayedarên televîzyonê ji Kurdistaniyan re got, ew ê komkujiyên li Kurdistanê ji nêz ve bişopînin û ji bo nîşandana wan, ya ji destê wan bê, ew ê bikin.
Di heman wextî de ciwanên Kurd li paytexta Ingilîstanê Londonê, stasyona metroyê Cheryl Cole Square dagir kir.
Li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakî
Li bajarê Swîsre Baselê, ciwanên Kurd danê êvarê li Heûgwaage’yê civiyan û bi gotina sloganan meşiyan. Ciwanan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û xwerêveberiyên li Kurdistanê silav kir. Di meşê de ku heta Markplatzê dewam kir wêneyên Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin.
Çalakiya Ciwanên Apoyî li Stuttgartê
Li bajarê Elmanya Stûttagrtê, Tîma Tolhildan a Baran Dêrsim a Însiyatîfa Ciwanên Apoyî, li hemberî Komeleya Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanê çalakiya bi molotofan pêk anî. Di encama çalakiyê de xisareke mezin li avahiya komeleyê peyde bû. Gelek ekîbên arkujî û polîsan hatin cihê bûyerê. Însiyatîfê ragihand ku ev çalakî li dijî tecrîdê û êrîşên li hemberî gelê Kurd hatine kirin. Hat destnîşankirin, ku çalakiyên bi vî rengî wê roj bi roj bi sekna milîtanî bên xurtkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN