Pîrozbahiyên Newrozê li navendên mîna Dêrika Hemko, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Serêkaniyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê, Kobanê, Raqa, Heleb, Efrîn, Şam û Laziqiyê pêk hatin.
Li Helebê Newroza bi coş
Bi boneya cejna Newrozê li bajarê Helebê gelê Kurd derket kolanan û bi yek dengî Newrozê pîroz kirin. Li bajarê Helebê gelê Kurd bi boneya Newrozê şêva din seat 19.00’an de derkete konalan û Newroza xwe pîroz kir. Meşa maşhele ya ku li kolana Eşrefiyê des tpê kir, bi beşdariya bi sedhezaran berdewam kir. Di meşê de dirûşimên weke “Bijî Newroz”, “Newroz Pîroz be”, “Bê Serok Jiyan Nabe,” “Newroz Azadî ye û Newroz Xweserî ye” hatin gotin.
Meşvana alên TEVDEM, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PYD û Yekitiya Star hatin hildan. Hêjayî gotinê ye ji niştecihên taxê ji şaneşîn û li ser bana piştvanî bi mûm û agiran ji bo meşê kirin. Li Helebê ku piştî Şamê bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye, bi deh hezaran Kurd daketin qada Newrozê û bi rengên xwe yên neteweyî cejna Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiya Newrozê de daxwazên ji bo Xweseriya Demokratîk û azadiya Ocalan bilind kirin.
Di bernameya çandî ya pîrozbahiyê de jî komên Şehîd Ezîz, Nûcan, Arjîn û Koma Zarokan a Arjîn û Erdal derketin ser dikê.
Li Qamişloyê agirê Newrozê geş bû
Li Qamişloyê jî pîrozbahiyan hêna şêva din dest pê kir. Li her taxa bajêr agirê Newrozê hat vêxistin. Çalakiyan doh nava rojê jî berdewam kir. Tevahiya gelê Qamişlo li qada pîrozbahiyê kom bû û cejna xwe pîroz kir.
HELEB