Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî çeteyên El-Cebha El-Şamiye yên li navçeya Şêrawa çalakiyek lidar xist û di encamê de du çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê pêr li dijî koma çete ya bi navê El-Cebha El-Şamiye çalakiyek pêk anî. HRE têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:”Çalakiyên şervanên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê berdewam in. Di encama çalakiyan de ku ji alî tîmên me ve hatin lidarxistin, hêzên dagirker derbên giran xwarin. Li ser vê yekê;

l 5’ê Çileyê şervanên me li dijî seyareyeke leşkerî ku hejmarek ji çeteyên koma bi navê El Cebha El-Şamiye tê de bûn li gundê Gobelê yê girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û seyare jî hat rûxandin.”

 

EFRÎN