Şervanên HRE’yê li dehma gundê Birc Heyderê ya navçeya Şêrawa çalakiyeke sabotajê li dijî artêşa tirk kirin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûn.
Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) wiha ye: ‘’Li dehma gundê Birc Heyderê yê navçeya Şêrawa hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Ji ber bombebarana artêşa Tirk a li ser herêmê eynî rojê welatetiyekî me yê sivîl şehîd bû, 2 welatiyên me yên sivîl jî birîndar bûn.’’
NAVENDA NÛÇEYAN