Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku hêzên wan li navçeya Şera ya kantona Efrînê li dijî endamên çeteyeke dagirker, çalakî kiriye, di encamê de 6 ji wan kuştine.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, li ser çalakiya xwe ya li dijî çeteyên Tirkiyeyê li Efrînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wê got, “Şervanên me di 24‘ê Sibata 2019‘an de li gundê Mişelayê yê navçeya Şerayê motorsîklêteke bombebarkirî li benda kontrolê ya endamên çeteya Sultan Murad a ser bi dagirkeriya Tirkiyeyê ve teqand. Di çalakiyê de 6 çete di nav de yekî payebilind ê bi navê Enwer El-Hesen (Ebû Ûsama) hatin kuştin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN