Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê Jina bi nave Sirwe Îbarahîmî ya temenê wê 20 salî ji aliyê hevserê xwe ve hat şewitandin û ji ber rêjeya şewatê ya zêde Sirweya hatî şewitandin jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê di nûçeyêkê de ragihand ku piştî jina binavê Sirwe Îbrahîmî ya 20 salî ji aliyê hevserê xwe ve hatiye şewitandin, ji ber rêjeya şewatê ya zêde Sirwe Îbrahîmî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku Sirwe Îbrahîmî ya ji aliyê hevserê xwe ve hatî şewitandin ji bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
SERDEŞT