Li Serdeştê navendek ji çand û huner re
Li Serdeşta Çiyayê Şengalê, Navenda Çand û Huner a Şêxmus hate vekirin. Di merasîma vekirina navendê de gelek rewşenbîr, hunermend û malbatên şehîdan amade bûn. Merasîma vekirina navendê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Êzidîxanê dest pê kir.
Endamê Rêveberiya Çand û Huner a Şengalê Azad Hisên di merasîmê de got," Di dîrokê de dijmin bi hemû hêza xwe hewl daye çanda me tine bike. Ji bo em vê çanda kevnar û dewlemend biparêzerin, civaka Êzîdî bi hezaran serê xwe di vê oxirê dane û çanda xwe parastine.”
Wî got, piştî fermana 3'yê Tebaxa 2014'an wan xwestiye ji bo parastina li dijî fermanan li gelek cihan navendên çand û huner vekin.
Endamê Rêveberiya Çand û Huner a Şengalê Azad Hisên di dawiyê de jî got, “Ji bo em karibin xizmeta gelê xwe yê Serdeştê bikin, me îro li Serdeşta Çiyayê Şengalê bi navê hunermendê nemir stranbêjê gelerî yê Şengalê, Şêxmûs ev navend vekir.”
Piştî axaftinê stranbêj, hunermend û şanogerên Şengalê derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. ROIJNEWS/ŞENGAL