
Li gundê Aliyayê du focên leşkerî bi tevlîbûna 200 şervanên YPG/YPJ′ê di bin navên Şehîd Çavreş Serêkaniyê û Şehîd Çekdar Qehreman de, bi merasîmekê hatin ragihandin.
Di merasîma ragihandina focên leşkerî de, bi dehan malbatên şehîdan ên bajarên Serêkaniyê û Dirbêsiyê amade bûn. Piştî ku toraneke leşkerî hat lidarxistin, Fermandara YPG/YPJ′ê Dilbirîn Kobanê axivî, ragihandina focên leşkerî li malbatên şehîdan û hemû gelên herêmê pîroz kir û got: ″Em di pêvajoyeke hestyar re derbas dibin. Şervanên azadiyê yên ku soza tolhildana hevalên xwe dane, bi rihekî fedayî têdikoşin û beşdarî nava refên focên leşkerî dibin.″
Dilbirîn soz da ku ew ê tola şehîdên xwe hilînin, berxwedana li dijî desthilatdariyê bidomînin û gelê xwe biparêzin.
Di dawiya merasîma ragihandina focên leşkerî de, dirûşmeyên ″Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê″ û ″Bijî Serok APO″ hatin berzkirn û şervanan bi coş û kêfxweşiyeke mezin govend gerandin.
SERÊKANIYÊ