Heyva Sor a Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ku di 22´ê Kanûnê de damezrandina xwe îlan kir piştî demeke kurt dest bi kar û xebatên xwe kir.

Ji ber ambargoya li hemberî Rojava derman nemane û bi taybetî dermanên nexweşiyên giran, hemû hewcedariyên jiyanî biha bûne, gel nikare wan
bikire. Metirsî heye ku nexweşiyên cûda belav bibin û ev yek jî bi taybet bandorê li jiyana zarokan dikin. Heyva Sor a Kurd li bajarê Serêkaniyê ku herî zêde rastî êrîşan hat û ji şer ziyan dît ji bo pêdiviyên gel ê derman bi cîh bîne dest bi xebatê kir. Heyva Sor a Kurd piştî ku bijîjk anîn cem hev, derman li gel belavkirin û li hin cihan jî kontrola tendûristiyê kir.

Li bajêr kampanya paqijiyê

Komên çekdar yên 8'ê Mijdarê derbasî bajarê Serêkaniyê bûn, ji hilweşandina rêjîmê zêdetir mal û milkên gel talan kirin. Bi taybet taxên ku ketin destê van komên çete, bi temamî wêran bûn. Xelkê bajêr li hemberî vê yekê dest bi kampanyaya paqijiyê kir.
Piştî rawestandina şer, xelkê bajarê Serêkaniyê hewl didin birînên xwe derman bikin. Bi dehan ciwan û welatiyên Serêkaniyê ji bo bajarê xwe ji bermanhiyên şer paqij bikin daketin kolanan. Şêniyên taxa Xeraba yên kampanya paqijkirinê dan destpêkirin, bang li şêniyên bajêr kirin da ku kolanên xwe ji bermahiyên şer û gemarê paqij bikin.

YPG malên gel parast

Ev komên çekdar ên bêyi ku cudabûne bixin navbera welatî û hêzên rêjîmê, çi ket ber destê wan talan kirin. Lê belê berovajî van komên çekdar, taxên ku di bin kontrola YPG de bûn, bi temamî hatin parastin.
Avahiya Sendîkaya Cotkaran a li Serêkaniyê, di rojên yekemîn yên destwerdanê da ketibû bin destê komên çekdar. Lê paşê ev avahiya ku gelek tapo û belgeyên mal û milkê cotkaran tê debû, ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel ve hat rizgarkirin. Ji wê rojê ve, tevî hemû êrîşên komên çekdar jî, ew avahî hat parastin. Herî dawî piştî ku şer  rawestiya, cotkarên herêmê serî li hêzên YPG dan û daxwaza tapo û belgeyên xwe kirin. Di encama serlêdanê de, hemû belge radestî xwediyên wan hatin kirin. Cotkaran ji ber dilsoziya wan, malavahiya hêzên YPG kirin.  n

SERÊKANIYÊ