Di vekirina parkê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Parlamenterên BDP'ê Îbrahim Bînîcî, endamên meclisa BDP'ê, Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Serêkaniyê, Wekîlê Şaredarê Wêranşarê, endamên meclisa bajar û şaredariyan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde bi hezaran welatî amade bûn. Şaredariyê ku heta niha 7 park vekirin navê Sê Şitl li parkê kir.

Di ketina Parka Sê Şitl (Uç Fidan) de posterê mezin ê 3 jinên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Dîsa alên HPG û YPG'ê li parkê hatin vekirin. Di vekirinê de komê meş pêk anî. Bi hezaran kesên tev li parkê bû siloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin.
Şaredar Îsmaîl Aslan, diyar kir ku wan li Serêkaniyê siyaseta qirêj û nijadperestî guhert û li şûna wê aştîe û biratî ava kir. Aslan, anî ziman ku aw sazûmankarê aştiyê Birêz Ocalan pîroz dike.
Parlamentera Amedê Nursel Aydogan jî ji bo xebatên şaredariyê sipasiyên xwe anîn ziman. Aydogan, diyar kir ku her bên wir dê Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bibir bînin û wiha got: "Em dema bên vir em dê guleyên ku li pêvajoya Ocalan daye destpêkirin bireşînin bibîr bînin. Ez li vir şemû şoreşgerê ku ji bo azadiya gelê Kurd feda kirine bibîr tînim û em dê têkoşîna wan berdewam bikin.  Piştî merasim û axaftinan Hunermend Ekremo, Koma Gulê Xerzan, Mehmet Atli û Şoreş stran gotin. 

DÎHA/RIHA