Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê girêdayî şer û pevçûnên dawî li Serêkaniyê û Kobanê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bombeyek li kêleka rê hatibû bicihkirin, bi şev di dema derbasbûna bi motorsîkleteke 2 çeteyên DAIŞ'ê li ser bûn û wesayîteke çeteyan teqiya. Di encama teqînê de 2 çete hatin kuştin û 2 çeteyên din ên di wesayîtê de birîndar bûn. Di nava herdu çeteyên birîndar de emîrê bi navê Ebû Hemze ku bi giranî ji serê xwe birîndar bûbû heye."
Di daxuyaniyê de tê gotin ku çeteyan bi 3 wesayîtan hewl dan ku xwe bigihînin cihê teqînê û wesayîteke wan rastî teqîna bombeyeke din hat. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û wesayît jî bi temamî hat rûxandin. Çeteyan emîrê xwe yê birîndar Ebû Hemze û birîndarê din rakirin nexweşxaneya bajarê Til Ebyedê. Girêdayî rewşa şer a herêma Kobanê jî di daxuyaniya YPG'ê de wiha hat gotin: "Şevê din çeteyên DAIŞ'ê gundên Koperlik û Korik ên li rojhilatê herêma Kobanê bi hawan û çekên giran topbaran kirin. Çete hê jî gundên li rojavayê herêmê yên wekî Boraz, Dugirman, Talik û Zêrik topbaran dikin. Di encama topbaranê de ziyanên madî digihêjin mal û milkên welatiyên sivîl."

SERÊKANIYÊ